Ji çapemenî û raya giştî re

Bi navê xwedayê gewre û dilovan

Jinan, di tarîxê de ji bo gihîştina wekheviyê û bidestxistina dadê, mucadeleyên dirêj kirine û di encamê vê de jî, “8ê Adarê Roja Jinên Dinyayê” li temamê dinyayê û li welatê me Kurdistanê jî tê pîrozkirin.

Ji kîjan coxrafyayê û ji kîjan milletî dibe bila bibe: Jin, li gelek deverên dinyayê rastî neheqiyê tên û ji hêla hêzên serdest ve bêçare û bêparastin têne hiştin.

azadi insBêguman, ne tenê jin rastî neheqî û tehdayiyan tên. Di temamê tarîxê de, jin-mêr, kal û ciwan yanî insaniyet, pirî caran rastî zilmê û neheqiyê hatiye û biçûk hatiye xistin.

Lê belê jin, ji her kesî zêdetir hatine mexdûrkirin; di sîstemên feodal, modern û kapîtalîst de keda wan hatiye xwarin. Jin, bi zêhn û bedena xwe ve hatiye kolekirin û rastî her cure îstîsmarê maye. Herwiha bûye alavekî çanda ku li ser xwarin û serfkirinê hatiye avakirin.

Dîn û felsefe, wekî alavekî serdestiya mêran hatine xebitandin û her rewş di eleyhê jinê de hatiye şîrovekirin. Rewş hatiye wê radeyê ku, mafên herî tebîî û fitrî jî ji bo jinê bûye sebebê nîqaşan.

Lê belê li gorî nêrîna dîn û felsefeyê ya rast ku ji xurafe û bîd’etan dûr e:

Jin hatiye teşwîqkirin û destekkirin ku  di her warî de bigihîne û pêşde bibe; ji hêla perwerdehî, îqtîsadî û îctîmaî ve jî di nav jiyanê de bimîne û cihê xwe bigire.

Li Kurdistanê jî, jinên me yên ku mucadeleya heq, dad û azadiyê kirine jî, di temamê tarîxê de bedelên pir giran dane. Jinên Kurd, di tarîxa Kurdistanê de mexdûriyet û mezlûmiyetên mezin kişandine û di nav rûpelên çanda me de cihê xwe yê muhîm girtine. Ji ber vê yekê, divê azadiya jinê ji qîmet û nirxên dînî, millî û malbatî cuda neyê nirxandin û fikirandin.

Divê li Kurdistanê jin li ser navê rizgarkirinê ji bo zeîfkirin û qelskirina nirxên dînî, exlaqî û millî nebe alet û nebe qurbanê hesabên îdeolojîk.

Divê jin û mêr, zorî û zehmetiyên jiyanê bi şiûrê mesûliyetê bi hev re ragirin û li ser esasê wekhevî û edaletê ji bo avakirina pêşerojeke geşbîn û aram bi hev re tevkariyê bikin.

Ji ber mucadeleya heq, dad, azadî û wekheviyê ne girêdayî zemanekî û coxrafyayekê ye; Jinên Kurdistanê jî, ji tecrubeyên jinên dinyayê îstîfade dikin û dixebitin ku di nav malbata însaniyetê de mesûliyeta xwe ya însanî û îslamî bicih bînin.

Bi vê îdrak û hişmendiyê, em ““8ê Adara Roja Jinên Dinyayê” li temamê jinên dinyayê, jinên bindest û bi taybetî jî jinên Kurdistanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya aştî, dad û wekheviyê…

08.03.2013

Ji Bo Maf  Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa AZADÎ / Lijneya Jinan

Haberdiyarbakir

About The Author