Çima na?

Komela Şefkat-Der di 8 ê Adarê de daxwaznameyek da meclîsa Tirkîyê û xwedî li mafê jinan derket.

Şefkat-Der doza çi li meclîsê kiribe başe?

Di daxwaznameya xwe de ji meclîsê dixwaze ku “Kerxaneyên li Tirkîyê bên girtin, jin wek kole û cêrîyan di kerxaneyan de neyên xebitandin û laşê xwe nefroşin.”

Lê daxwaza balkêştir çiye?

erkek genelevi

Dixwaze ku “Heke kerxaneyên jinan neyên girtin, divê kerxaneyên mêran jî (kerxaneyên ku zilam xwe tê de difroşin) bên vekirin da ku jin jî biçin wan kerxaneyan, zilam û xiyarê li gor dilê xwe bineqînin û kurmê xwe bişkînin” filan û fîstan.

Welle û bille daxwazek maqûl e, we go çi?

Law ma jin ji Eyşika Ereb in babam?

Çima wê zilam herin kerxanê û bazdin ser jinên li gor dilê xwe, lê wê jin nikaribin xiyarên li gor dilê xwe bineqînin? Ma heta bi mirinê xiyarek tê xwarin qardaşim?

Welle ez dibêjim Şefkat-Der pêşniyaz û daxwazek maqûl kiriye û mafê jinan paraztiye, we go çi lotikvanino?

Enqere

About The Author