Zava, zava, zava, zava, kekê mino zava!

De werin û li vê ecêba kesanedî binerin..

zarok zewac 3

Li Afrîka Başûr, Sanele Masîlela ê 8 salî, ji bo ku ji siûd û bextê reş bê paraztin, bi Helen Shabangû a 61 salî re hat zewicandin. Rebenê Sanele Masîlela, li bajarê Tshwane bi beşdarîya 100 kesî daweta wî çêbû û bi pîrikek 61 salî re zewicî.

Li gora ku sîxurên me ji Afrîka Başûr radiginînin, xwedêgiravî ev zewac li ser qewîtî û wesîyeta bapîrê lêwik hatiye kirin. Ecêba li ser ecêbê jî ev e ku Helen a 61 salî zewicî ye, dêya 5 zarokan e û di merasîma zewacê de mêrê jinikê jî beşdar bûye.

Li gora ku malbata lêwik dibêjin, xzewac di fermîyetê de nehatiye îmzekirin û wê lawik bi malbata xwe re bijî..

Xwedê neyne serê kesî rebbî…

Afrîka

About The Author