Îcar jî koftecî îbo!

Lotikvanê Ruhayî Îbrahîm Acises, piştî bazirganîya kebab, lehmecûn û ecînê, îcar jî dest avêt kiftikan (kofteyan) û dest bi lotikek din kir.

kofteci ibo jpg

Piştî ku Îboyê me brîndar kirin û êdî ji dik û sehneyên muzîkê dûr ket, dixwaze ji xwe re mijûlîyek din derxe û ev jî bazirganîya kiftikan e.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin cîgerim Îbrahîm Acises li Seyrantepe ya Stenbolê aşxaneyek kiftikan vedike da ku xelk têr kiftik bixwin û bê kiftik nemînin. Îboyê me berî niha jî aşxaneyên Kebab, lehmecûn û ecînê (çîgkofte) vekiribûn. Lê xuyaye wê kiftikên wî jî wek dengê wî zelal û xweş bin.

Êêêêêê, helbet wê îsotên Ruhayê jî ji ber kiftikan kêm nebin canim, ma kiftik bê îsot tên xwarin? Kesên kiftikên Ûrfalî Îbo bixwin, divê hem devê xwe bişewitînin, hem jî qûna xwe.

Axir, Îboyê me navekî din li navê xwe zêde kir.

Koftecî Îbo!

About The Author