Kî 6 jinan bide min ez dibim endamê wan

sofi-xelefoLi ser bextê fitne û fesadên nava partîên îslamî be, dibêjin di nav endamên partîên îslamî de anîna jina duyem û sêyem bûye sineta pêxember, bûye adet û mode.

Dibêjin jina peyamnêrê televizyona Spêde ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan Diyar Goran, jina duyem ji bo mêrê xwe xwestiye, ew xemilandiye û veguhestiye mala xwe, ji xwe re kiriye hewî. Şîrîn Sabîra ji mêrê xwe re gotiye: „Ev karê min ê herî bi xêr e ku ez li dinyayê ji te re bikim. Ma her şev heman tirşik nayê xwarin, min karekî gelek mezin ji bo hevserê xwe kiriye“ filan û fîstan.

Aha gerek jin wek Şîrîn Sabîra bin ellahwekîl!

hewler zewacMa jina ku jina duyem û sêyem ji mêrê xwe re nexwaze, jina ku mêrê xwe ji xwarina heman tirşikê azad neke, jin e? Na babaaaaaa, welle, bille û tille, ku jin ne wek Şîrîn xanim merd û xêrxwaza mêrê xwe bin, ne tu jin in wî!

Axir, ev 25 sal in ez bi jinekê îdare dikim. Bi namûsa mêrê çê, ez bi xwarina heman tirşikê virikî bûme lo, êdî ez jî xwarinek cuda, xwarinek xweştir û lezîztir dixwazim canim, ma ez ne ji Eyşika Ereb im.

Na na, min êdî biryara xwe da. Xuyaye heta ez nebim endamê partîyek îslamî, ezê nikaribim jina duyem, sêyem, çarem û pêncem bînim. Ji roja ewil de ez bibûma endamê partîyek îslamî, wê niha bi kêmanî 4 jinên min hebûya û minê her şev heman tirşik nexwara. Min çi mala xwe bir mîratê û ez nebûm endamê partîyek îslamî yadêêêêêêêê!

Îcar banga min ji bo partîyên îslamî ev e:

„Kaka can, heke hûn dixwazin alim, zana, qelemşûr û qeraseyekî wek Sofî Xelef bikin endamê xwe, şeş jinên germik û nermik amade bikin. Qelenê min 6 jinên bedew, spehî, memikmezin, bejinzirav, pozbilind û têrgoşt in. Rêxistin yan partîyên ku 6 jinên serbixêlî bi def û zirne têxe paxila min, bê qeyd û şert ezê bibim endamê wan“ û hûn sax….

About The Author