Piştî 50 salî da lotikan

Ma ji vê ecêbê mezintir, ji vê qebhetê mezintir qebhet hene gelo?

Wer meriv piştî 50 salî esl û binyata pîrika xwe nas bike kuro!

meyade henawiStranbêja navdar a Ereb û lotikvana germik û nermik xanim Mayada el Hennawi, piştî 50 salî pê hisiyaye ku pîrika wê (dapîra wê) Kurd e û rabûye stranek li ser Kurdistanê xwendiye.

Xanima germik û xweşik, gotiye ku „Min herdem Kurdistan nas kiriye lê naveroka vê helbesta ku min wek stran xwendiye, naverok û wateya Kurdistanê li ber dilê min şîrîntir kiriye“ filan û fîstan.

Siphan ji kerametên rebbê alemê re!

Piştî ku tirr di Hennawî xanimê de nemane îcar Kurd û Kurdistanê nas dike kuro..

Keçê hey agir bi doxînê ketê, heta niha tu li ku bû?

Yan bêhna dewlemendî û petrola Kurdistanê ket bêvil û pozê te?

Te di xortanî û ciwanîya xwe de behsa Kurd û Kurdistanê bikira û bihata Kurdistanê keçko, belkî hema peşkên te li hinek xortên Kurd biketa wî, ma piştî 50 salî emê çi tamê ji xal û malên gerdena te wergirin?

Werhasil, dibêjin „Meriv ji nîvê rê jî vegere başe“.

Îcar Mayada el Hennawî piştî 50 salîya xwe naskiriye ku dapîra wê jî Kurd e û rabûye bi Kurdî stran gotiye, baş û pîroz e wesselam…

Ê de rebbê alemê li bihuşta rengîn 70 Nûrîyên qerase bike qismetê te rebbî…

Mayada-Al-Hanawi

About The Author