Xwedê 5 xiyar kirine qismetê Rajo xanim, ooooxxxxxxxx!

Jinên ku dixwazin bibin xwedîyê mafên bê sînor, bila nesekinin û bên Hndistanê. Li Hindistanê jin karin bi 5-6 û hetta 10 mêran re bizewicin û her şev xiyarekî taze û qeşartî bikin cacîq û bixwin.

jin hindistan

Li Bakurê Hindistanê, li bajarê Dehradun, jina 21 salî Rajo Verma, ji xwe re jiyanek li gel 5 mêran ava kiriye û kêfa li ser kêfê dike. Her 5 mêrên Rajo Verma jî brayên hev in û bi jîyana xwe bextewar in.

Li gor saloxdanên sîxurên eşîreta Lotikxanê, dibêjin Rajo Verma berê bi xiyar Guddu re dizewice. Piştî zewacê, Rajo Verma îcar bi Guddu û 4 brayên wî re dest bi jiyanek hevpar dike. Jina 5 mêran û xiyarparêza germik û nermik, her şev li cem mêrekî xwe radizê û kêfa li ser kêfê dike.

Ooooxxxxxxxxxxxx xwedê daye wê, werin xiyarê qeşartî!

Rajo Verma dêya kurekî ye. Lê diyar dike ku nizane bavê kurê wê kîjan mêrê wê ye.

Aha ev nebû Rajo xanim!

Ma bela kurê te jî wek dewşîrmeyên Tirkîyê bîjî be keçko?

Ê helbet ji bo Rajo xanim tu girîngîya wê tuneye kî bavê kurê wê ye. Çawa be her şev bi xiyarekî nuh şa dibe û kêfa li ser kêfê dike. Ma ji wê re çi kî bavê zarokên wê ye?

Û mêrê wê Guddu çi bêje başe?

Oxlim dibêje: „Em hemi bi Rajo re seksê dikin û didin lotikan. Lê ez qet hesûdîyê nakim. Em malbatek mezin û bextewar in cîgerim“ û simbêlan ba dide.

Bajju’yê 32 salî jî wiha dibêje: „Wek brayên xwe, ez jî Rajo wek jina xwe dibînim û bi wê re têkilîya cînsî dijîm. Ev jiyana me ye. Ez ne di fikra ku ‚“ev tiştekî sosret e“ de me. Em hemi bra li benda şeva xwe dimînin ku bi Rajoyê re şevê derbas bikin û fîşekên xwe biteqînin“ filan û fîstan.

Lê ya ku herî zêde ji halê xwe razî û xweşhal e helbet Rajo xanim e.

Rajo Verma jî dibêje:  „Ez bi serê her pênc xiyarên mêrên xwe kim, ez ji gellek jinên zewicî zêdetir rastî eleqeyê têm, hîn zêde têm hezkirin. Ez ji jîyana xwe pir razî û xweşhal im ellahwekîl“ û dide lotikan.

Keçê kezîkurê, jinên xelkê kêfê dikin, tu kêfa li ser kêfê dikî, ma çima tuyê ji halê xwe ne razî û xweşhal bî peppûkê!

Jinên xelkê her şev heman xiyarî dixwin, tu her şev xiyarekî nuh û taze dixwî, ma çima tuyê ne razî be Rajoooooooooo!?

Hindistan

About The Author