Erebên qûnreş li celladan digerin

Belê, kesên bê kar û tiral bin, kesên zugurd û bê pare bin, bila berê xwe bidin Siûdî Erebistanê û bibin cellad. Bawer bikin hûnê qiyametek pare bistînin û têra xwe serê xelkê jêkin.

Li ser bextê rojnameya El Yûm be, dibêjin ji ber ku li Siûdî Erebistanê hejmara celladên ku serê xelkê bi şûr jêdikin kêm bûye, şêx û mişêxên Siûdî Erebistanê li kujtinek alternatîf digerin û difikirin ku êdî serê xelkê bi şûr jênekin, lê fîşekê di serê wan de berdin û di kefenê 101 bavê wan in.

cellat siudi

Rojnama El Yûm, dibêje ku li welatê Erebên qûnreş, ango li Siûdî Erebistanê her ku diçe hejmara celladan kêm dibe û hikûmet dixwaze li şûna serjêkirina bi şûr kujtina bi çek û sîlehê bi kar bîne. Yanî, xelk ne bi şûr lê bi fîşekê bên îdamkirin.

Li gora sîxurên eşîreta Lotikxanê ji Mekke û Medînê radigihînin, komîteya ku ji Wezareta Navxweyî û Wezareta Tendirustîyê pîk tê, lêkolînê dikin ka gelo îdama bi fîşekê li gora qanûnên îslam û şerîetê ye yan na. Heke kujtina bi fîşekê li gora qanûna îslamê be, wê xelk ji ezab û êşkenceya şûr azad bibe û bi fîşekekê, bê êşkence berê xwe bide cennet yan cehnemê.

De kî bi çi hat îdamkirin ji xirrê min ve û hûn sax…

Mekke

About The Author