Kûçik ji mirovan bi wîjdantir in

Li Îngîlîztanê bernameyek li ser “Jiyana Veşartî ya Kûçikan” hat çêkirin û di kişandina wêneyan de kiryarên balkêş derketin holê.

Di kişandina fîlmê dokumenter ê “Jiyana Veşartî ya Kûçikan” de hat dîtin ku kûçikek bîberonê dixe devê berxikek piçûk, berxikê şîr dide û heta berxik şîrê xwe diqedîne, bîberonê ji devê xwe dernaxe. Niha ev bûyer li Îngîlîztanê bûbe rojev û pesnê dilpakî û sadiqîya hinek kûçikan tê nîqaşkirin.

berxik kucik

Di vî wêneyî de baş dixuye ku kûçik ji gellek mirovan bi wîjdantir in. Bi taybet divê em Kurd li vî wêneyî baş binerin û aqil jê bigrin.

Ê xelkê kûçikên wan jî xwedî li berxikên welatê xwe derdikevin, wan şîr didin û wan diparêzin.

Lê yê me hem dewletên dagîrker û hem jî gellek ji serok û rêberên partîyên me, hûn dev ji bêşexsîyetkirina kûçikên Kurdistanê berdin, şexsîyet bi Kurdan re nehiştine, Kurd û Kurdistan kirine û dikin piçik û parîyên devê dagîrker û qatilên milletê xwe, bi şivên re dikujin û bi xwedî re jî şînê digrin. Bi navê Kurd û Kurdistanê yekparî, yekdewletî, yekmilletî û yekzimanîya dewletên dagîrker dixwazin û li Kurdên xwelîliser siwar tên.

Bijî kûçikên xwedî wîjdan!

Bijî yekîtîya kûçik û berxikên Kurdistanê!

Bila em kûçikên welatê xwe bin, lê ne kole û xulamên dijminê xwe bin!

London

About The Author