Ozkok efendî qiyamet rakir

Nizanim ne qiyamet nêzîk dibe, ne jî mirina hinekan nêzîk dibe. Lê tiştê ez zanim, Kasimpaşalî Receb nîhaye qûna gellek kes û partîyan û ew xesandine. Min guhertina her kesî texmîn dikir, lê guhertina kesekî mîna Ertûgrûl Ozkok texmîn nedikir.

Nivîskar û gerînendeyê rojnama Hurrîyet Ertûgrûl Ozkok, wek Tirkekî nîjadperest û dijminê riknê milletê Kurd dihat naskirin. Heta demek kurt jî tiştek nedima go ji Kurdan re nedigot, heqaretek nedima go li wan nedikir. Lê xuyaye mirina wî nêzîk bûye, îcar dixwaze bibe insan û xwe li ber dilê Kurdan şîrîn bike.ertugrul ozkok

Ozkok efendî beşdarî bernameyek kanala A Haber bû û lotikek kesanedî avêt. Ozkok ê ku di serê rojnameya wî de „Turkîye Turklerîndîr“ nivîsandiye, di bernameyê de got: „Min gotinên Devlet Bahçelî  neecibandin, ew gotin gotinên xeter in. Meselen ez dixwazim gotinên wek „Çi bextewar im ku Tirk im“ bên rakirin“ filan û fîstan.

Halla halla!

Law Ozkok efendî, tu û ev gotin?

Tu û rakirina gotina „Ne Mutlu Turkum Dîyene?“

Axir, piştre pêşkêşvana bernameyê Sevîlay Yukselîr jê dipirse:

„Ê başe pozmezin, li alîyekî tu dixwazî gotina „Ne Mutlu Turkum Dîyene“ bê rakirin, lê li alîyê din li ser rojnameya te „Turkîye Turklerîndîr“ hatiye nivîsandin.  Ev çi pelûl e, çi şorba nîskê ye oxlim?“

Ozkok dibersivîne: „Ez ne xwedîyê rojnama Hurrîyet im. Jina min ji min berdayî be, heke ji min bihata minê ew gotin jî ji rojnameyê derxista“ û daye lotikan.

Ez serê we neêşînim, Ertûgrûl Ozkok jî hatiye îmanê û berî mirina xwe dixwaze dest bi lotikên insanî û mirovperwerî bike.

Nizanim ne ev jî nîşanek ji nîşanên alametên qiyametê ne, yan jî dîsa dek û dolabên cewrikên dêlika Asenayê ne.

Hûn çi dibêjin gelo?

Enqere

About The Author