Ziman û talokeya li ber me

Zimanê miletekî yek ji mafên herî sereke , siruştî yê milletekî ye ku tenê raya wî milletî li ser bikaranîn û nebikaranîna vî mafî heye û ji bilî rewşên derasayî û hebûna şertên zext û zordarî û pêkutiyan, bêyî ku mafê bikaranîna vî mafî, were qedexe kirin û ji dest were standin, ti milet, bi dilxwazî naçe û dev ji vî mafê xwe yê man û nemanê bernade û berê xwe nade zimanekî dî.

Heke di dîrokê de, em li milletekî rast werin ku hijmareke mezin ya endamên wî milletî dev ji zimanê xwe berdaye û  ji bilî zimanê xwe bi zimanekî dî diaxêve, wê demê mirov têdigihije ku di nav wî milletî de rewşeke derasayî heye. Di rewşeke wilo de ku hijmareke mezin a ku wî milletî pêk tîne, roj bi roj pişta xwe dide zimanê xwe û berê xwe dide zimanekî dî, mirov dikare vê rewşê weke rewşeke kaotîk a giyanî ya wî milletî bibîne, mirov dikare weke rewşeke jenosîda giyanî ya wî milletî bibîne.

Îro dema ku em li rewşa kurdên bakur dimeyzênin, rewşa heyî rewşa jenosîdeke giyanî ye. Mafê herî sereke, herî xweristî yê kurdan ji destê wan hatiye girtin û kurd neçar têne hiştin ku bi zimanekî dî, bi zimanekî biyanî hemû danûstandinên xwe yên civakî, hişî, afirîneriyê pêk bînin û bi vî awayî jî bi hilweşîneriya hişî, giyanî re rû bi rû bibin.  Bandorên hilweşîneriya hişî û giyanî ne bandorên demdemî lê bandorên domdirêj in ku derbê ne tenê li şiyana afirîneriya hişî û giyanî ya dema nihayî lê li gel vê, herwiha derbeke mezin li şiyana afireniriya hiş û giyanî ya dahatuyê jî dixe ku bi vî awayî ji bilî ji destgirtina dema nihayî ya vî milletî, herwiha dema bê ya wî miiletî jî ji dest tê girtin.

Şopên dagirkeriya fizîkî, ya bi teng û top û balafiran, di siberojê de dikarin zû werin maliştin lê belê şopên dagirkeriya hiş û giyanî zû bi zû ji holê ranebin û heya demeke dirêj, ew di hiş û giyanê wî milletî de, heyîna xwe, di cihê herî kûr a heyîna wî milletî de, xwe wekî êş û janekê didin nîşandan, di her hewldana xweafirînê de.

Dagirkeriya hiş û giyanî herî xurt bi rêya zimên tê pêk anîn. Ji vê dagirkeriyê armanca herî sereke pûçkirin û tevizandina şiyan û qebîlîyeta afirîneriya hiş û giyanî ya wî milletî ye. Mehkûmkirina milletekî ya xwendina felsefeyê, psîkolojiyê, dîrokê û beşên dî yê zanista pozîtîf bi zimanekî biyanî, bi zimanekî derveyî zimanê dayikê yê wî milletî, li gel qedexekirina zimanê wî milletî, mehkûmkirina fikirîn, sêwirîna van beşên zanistan a bi vî zimanî ye, ji ber ku mirov bi kîjan zimanî bixwîne, di pêvajoya xwendinê de, mirov ji ber xwe ve bi wî zimanî difikire, mirov bi wî zimanî disêwirîne, û di rewşeke berovajiyê vê de, li gel xwendina bi zimanekî dî, bêyî hebûna berhemên bi zimanê wî milletî, mirov bikeve hewldan û kêfereta afirîna berhemeke zanistî ya bi zimanê xwe, wê demê mirov li astengeke hêzdar û berxwedêr ya zimanê biyanî rast tê ku hewl dide serî li zimanê tê bitewîne û têkiliyên şanîdêriyê bi wî zimanî datîne û mirov neçar dimîne ku bi wî sengul-ogur11zimanî bikeve kêfereta afirîna berhemeke kulturî , neçarî afirîna berheman a bi wî zimanî bike û rewşeke bi vî rengî çawa ku me li jorê diyar kir, ji bo wî milletî trajedîyeke pir mezin bi xwe re tîne. Miiletekî di vê rewşê de, êdî ne tenê ji ber têkçûna dema xwe ya nihayî diêşe, lê herwiha ji bo dema xwe ya bê jî diêşe, ji ber ku ew dibîne ku gav bi gav dahatuya wî milletî ji dest tê girtin; ji ber ku ew dibîne ku pirên di navbera pêşeroj û paşeroja wî miletî de tên hilweşandin ku hemû epîstema wî miletî, hemû qada hestewarî, giyanewarî ya wî milletî  ku li ser zimanê dayika wî hatiye afirandin lê ew gav bi gav hildiweşe. Ev pirsgirêk ji bo milletî di vê rewşê de êdî krîzeke ontîk e, krîzeke mezin a di navbera têkiliya zemanên giyanan, giyanên di zemanên cihê de ye.

Milletî di vê rewşê de, êdî  nikare di nav sînorên zemên û mekên de, bi awayekî tendirist xwe bi cih bike û bibe xweyî asoyeke aram.

Ev nêzî sedsalekê ye ku bi rêya mekanîzmaya asîmîlasyonê gav bi gav dahatuya kurdan ji destê wan tê standin!

Û gav bi gav şiyan û asta afirandina hişî û giyanî ya vî miletî tê pûç kirin û rizandin. Heke çareseriyek ji vê pirsgirêkê re neyê peyda kirin, dibe ku siberoj pir dereng be!

Dengê alarma talokê ye bi dengekî bilind tê guhê min, gelo deng nayê we jî!?

Kulturname

About The Author