Xwezî Kurd jî wek te bûna sayin Turkkan!

Parlementerê MHP Lutfu Turkkan (bizanin çi kesên ku paşnavê wan Turkkan, Ozkan, Ozturk, Turk û quzê kerê bin, bi eslê xwe ne Tirk in) di civîna partîya xwe de li ser pêvajoya nû axavtinek kir û lotikek li gora 101 bavê Kurdan xist.

Turkkan di axavtina xwe de got: “ Bêje lê bidin emê lê bidin û tirrê jê berdin“ filan û fîstan. Yanî, bila serokê wan Devletko bêje li Kurdan bidin, ewê yekser pêl serê Kurdan bikin.

lutfu turkkan

Partîya MHP, îro dîn û har bûye û wek gurên devbixwîn êrîşî vir û wir dikin, ji bo pêvajoya sekinandina şer çi ji destê wan tê dikin. Lutfu Turkkan efendî dibêje: „Divê em ra û koka wan bibirrin, ne ku bi wan re li hev bên law.  Hinek behsa axa vî welatî dikin, ji vê axê em bostekê nadin kesekî, ev niştimanê me yê dawî ye. Dibêjin axa me ye, rast e, serê axê ya me ye binê axê ya wan e“ û xwe li ber dilê nîjadperestên Tirk şîrîn dike.
Olan sayin Turkkan û gû kan, kuro helal be ji we û 101 bavê we re û hew..

Law xwezî Kurdên xwelîliser jî wek we qewmîyetparêzî û netewperestîya Kurdayetîyê bikirana oxlim.

Kuro bi ez bi namûsa Turşkeş kim, hûn ji me çêtir in. Hûn ji me bi xîrettir in. Yên ku bi navê bratîyê qûna we Tirkan dalêsin em Kurd in, yên ku layiqî binê axê ne em Kurd in.

Bawer bike Kurdê ku wek te ji millet û welatê xwe, ji qewmîyeta xwe hez neke, ne tu zilam e û tu sax…

Mêrdîn

 

About The Author