Rojbûna Roja Rojhilata Navîn li rojhilatiyan pîroz be!

Va dîsa hat roja ku têhn daye cîhanê

Va dîsa hat roja ku tam daye jiyanê

Va dîsa hat roja pîroz çarê nîsanê,

Va dîsa hat roja Abdullahê Uveyş anê

rojbuna ocalanBelê, îro rojek pir mubarek e, roja çêbûna başqanê me ye.

Werin em bikevin ser rêya Xelfetî-Amara. Dibe ku devê me bigihîje destê bira yan xwîşkek wî zatê pîroz. Heke hiştin em maç bikin sed şikir, yan na ji xwe nifir, dijûn û sixêfên wan teberikin. Heke em bimînin dibin hecî, nemînin dibin şehîd.

Di vê rê de xisar nîne hevalno!

Ji bîr nekin! Divê em hewl bidin ku ji wê axa pîroz çengek xwelî ji zar û zêçên xwe re, ji kal û pîrên xwe re jî bibin! Pêwistî bi nivişt û bazbendan nema! Çengek axa ji Amara derman e ji bo jinên ku biheml nabin, ji bo ker, kor, lal û keçelan. Ji xwe ji bo zikêşê ew yek û yek e.

Libek ji wê xweliya pîroz beramberê hezar heb û şurûbên împeryalîst û kapîtalîstan e, ez bi serê bavê we kim.

Ha, hin zikreş û hesûd xwe aciz dikin ku em diçin Amara û rojbûna başqanê xwe pîroz dikin!?

Ma ku em ji bo serokê xwe yê Ser’erd û Bin’erd rojbûnê çênekin em ê ji bo kê bikin hevalno? Ma kê ji wî bêhtir heq kiriye? Kê ji wî bêhtir partî hilweşandine û ava kirine? Kê ji wî bêhtir xayîn destnîşan kirine?

Ew bû Heval, Sekreterê Giştî, Serokatî, Serok, Rêberê gel, Roj, Dîkê bi tenê û parêzvanê sînorên Mîsaqî Milî.

Ew e yê ku hemû komplo, dek û dolabên di xewn û xeyalan de bi zanîn û zîrektiya xwe ya kesanedî vala derxistin.

Ew e yê ku bi şewbê ket, pora wî qusandin, savara wî kêm kirin lê ew ji ya xwe nehat xwar û got: “‘îtê-pîtê cumhûriyeta demoqratîk ya MÎTê”.

Ji xwe înqilabên wî nayên hejmartin. Hema ji we re du-sê mînak:

Pirşêxîtî rakir, yekşêxîtî anî.

Bawerîya bi dostanîyê rakir, gumanbirî anî

Dayê, babo, kuram, keko, metê, xwîşkê rakir heval anî.

Ma herî dawî we nedît bê başqanê me di newroza Amedê de çawa tarîx seroqûnî hev kir?

Ma we nedît bê çawa bi yek nameyê bi me da zanîn ku Erdogan ne dijmin lê dostê me ye?

Ku em û Tirk ev hezar salin di bin alaya islamê de mîna bira bi hev re jiyane?

Ku divê em û tirk li hember yên ku dixwazin Tirkî parçe bikin bibine yek vicûd.

Ma heke ne ji wî baya me yê ji kû bizaniya ku pêwistî êdî bi xweseriya demokratîk jî nemaye.

Ma we nedît bê çawa başqanê me bi yek nameyê aştî anî li ber me danî û jiyana me wergeriya bihiştê?

Ma em rebenên Xwedê ji ku emê bi evqas tişt hesiyabana heke ne bi saya serê wî baya?

Ma hê em çi ji Xwedê dixwazin hevalno? Rabin em tev de bêjin:

 

Va dîsa hat roja ku têhn daye cîhanê

Va dîsa hat roja ku tam daye jiyanê

Va dîsa hat roja pîroz çarê nîsanê,

Va dîsa hat roja Abdullahê Uveyş anê

 

 

About The Author