MA CANÊ WE NAXWAZE

Çend nexweş di nivîngehek nexweşxanê de razayî bûn. Xwarin û vexwarina wan li gor nexweşîya wan dihat dayîn. Pîreka nihêrvan mûz anî da hinek nexweşan û neda yên din.

banane

Xalê Mûso got “ Ka mûzekê jî bide min. “

Jinika nihêrvan got “ Mûz li te qedexeye, nikarim bidim.

Xalê Mûso got “ Dev ji qedexe medexe berde , canê min xwest ka yekê bide min.

Jinika nihêrvan bi wate got “ Himm canê te dixwaze ne , êdî çi dixwaze ?

Xalê Mûso di ber xwe de  kenî û got “ Wele canê min gelek tişt dixwaze lê kambax be, ew jî nabe.

Rûyê jinika nihêrvan sor bû , bi lez  derî girt û çû werhasil.

Canê me jî dixwaze welatê me Kurdistan rizgar be û em azad bijîn, lê tirsonekên qûnalês nahêlin. Xwedêyo! Te çima ewqas bêrûmet afirandin û ew kirin bela serê me?

About The Author