3 milyon Kurd ji bo zêdekirina nifûsa Tirkan xebitîne

Heyeta aqilmendan a ku ji alî Serokwezîr Erdogan vehatiye avakirin, xebatên xwe bi lez û bez didomînin. Heyeta Aqilmendan a Herêma Egeyê, bi serokatîya Tarhan Erdem, li bajarê Izmîrê bi gel re hatin cem hev û li gilî, gazind û daxwazên wan guhdarî kir.

tarhan-erdem KopieSerokê Heyeta Aqilmendan a Herêma Egeyê Tarhan Erdem, li bajarê Izmîrê da lotikan û behsa nifûsa Kurdan kir.

Tarhan Erdem efendî di axavtina xwe de behsa nifûsa Kurdan, behsa zewac û bratîya Kurd û Tirkan kir û got: ” Li Tirkiyê 14-15 milyon Kurd dijîn. Ji wan 8-9 milyon Kurd hilbijêr in. Ji % 17-18 nifûsa Stenbolê ji Kurdan pêk tê. 3 milyon Kurd û 3 milyon Tirk bi hevre zewicî ne û merivên hev in. 6 milyon mirov merivên hev in, lê yek ji xwe re dibêje Kurd û yek ji xwe re dibêje Tirk û bi hevre dijîn. Kurdên ku li Tirkiyê dijîn di warê perwerde û aborî de ji Tirkan paşdetir hatine hiştin. Ev neheqî û bêedaletîyek mezine. Madem em brayên hev in, divê em xwedîyê heman mafî bin, xwedîyê heman heq û hiqûqê bin” filan û fîstan.

Heta niha me zanîbû ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê 20-30 milyon Kurd dijîn. Lê Tarhan efendî qûş li me Kurdan qetand û nifûsa me daxist 14-15 milyonî. Û ji wî 14-15 milyonî jî 3 milyon Kurd bi Tirkan re zewicîne û malik li xwe jî û li Kurdan jî birine mîratê, nifûsa Tirkan zêdetir kirine û helbet zarokên wan jî bûne Tirk û bûne çeqilmast.

3 milyon Kurd ha!?

Îcar hesab bikin, heke her Kurdekî 3 zarok çêkiribin, dike 9 milyon. Heke 4 zarok çêkiribin, dike 12 milyon. Û heke 5 zarok çêkiribin, dike 15 milyon.

Aha ew Kurdên ku dibêjin „ Em wek goşt û nenûkê ne“ ev xwelîliser in ha gelî xwendevanan. Ew Kurdên ku îro serokatî û rêveberîya hinek partîyên me Kurdan dikin û qûnalêsîya Tirkan bi me şîrîn dikin, gellek ji wan ev Kurdên çeqilmast in.

Û heke 3 milyon Kurd bi Kurdan re, bi jinên Kurd re bizewicîyana çi dibû?

Helbet wê 9, 12, 15 milyon Kurd li nifûsa me zêdetir bibûna û meyê simbêlê xwe ba bida.

Werhasilî kelam, çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.

Kesên ku xwe nasnekiribin ji wan re hêç e.

Hema ciyê xirrê wan germ û nerm be bes e û zêdeyî serê wan e wesselam…

Izmîr

About The Author