Walîyê Sêrtê lotikek pîroz avêt

Meclîsa Şaredarîya Sêrtê biryar da ku navê Celadet Alî Bedirxan li pirtûkxaneya bajêr bikin. Herweha biryar da ku biryar da ku hol û meydana ku Newroz lê çêdibû, navê Newrozê lê bikin û bikin „Hola Newrozê“.

siirt valiligi KopieMeclîsa Şaredarîya Sêrtê, ev herdu biryarên xwe pêşkêşî Walîyê Sêrtê Ahmet Aydin begefendî kiriye. Ahmet Aydin begefendî jî gotiye „Hayhay, ehlen we sehlen“ û biryara meclîsê pejirandiye.

Niha navê pirtûkxaneya bajêr Celadet Alî Bedirxan e û navê meydana lotikan jî Meydana Newrozê ye.

Axir, xwedayê mezin miradê Walî Ahmet Aydin bi 71 horîyên bihuştê bike rebbî….

Xwedayê mezin porê wî şîn bike, mûyên rûvê wî spî neke û haletê wî jî sist neke rebbî……

Sêrt

About The Author