Merhemeta Mûhemmedî û Aşîtî

mardin_burhan-hedbi_68638751Ev bû çend hefte, ji bona “Ji dayikbûna pêxemberê me”  (s.) konferans, semîner û panel têne lidarxistin.

Beriya her tiştî ez jî “Ji dayikbûna pêxemberê me”  pîroz  dikim. Ez, dilşadiya xwe ji bo pêkanîna semîner, konferans û panelên werengî  diyar dikim û spasiyên xwe ji dil, pêşkêşî avakir û birêvebirên çalakiyên wiha dikim.

Lê bi vê munasebetê min xwest ku ez jî çend tiştan ji jiyana pêxemberê xwe (s.) bibêjim. Ji bona ku di vê demê de mijara aştiyê di rojevê de ye, ez ê jî bi kurtayî vê mijarê binirxînim.

Duhî li deverin diyar zalimin navdar zilm dikir, dîrok vê şehdeyê dide. Bêkes û belengazên mîna Bîlalê Hebeşî di bin zilm û zoriyê de bûn.

Ew bi merhemeta Mûhemmedî xilas bûn. Îroj jî pêdiviya cihana me ji şexsiyeteke wiha heye. Heke Pêxemberê me (s.) bi xwe ne li nava me be jî, lê sunet û sinc/exlaqê wî dê dîsa bi kêra me were. Ger em li gor wî sinc û rewiştê ku wî ji me re hiştiye bimeşin, em dê tim bextewar bin.

Divê em ji bîrva nekin ku di şefqet û merhemeta wî de înkara tu nasnameyê tunebû. Jixwe ev yek di “Peyama Medîneyê” de jî diyar e.  Di vê peyamê de navê temamê qebîleyên ereban heye.  Heta meriv dikare bibêje ku pêxember (s.), aştî bi naskirina nasnameyan aniye. Pêxember (s.), Hebeşî, Farisî, Kurdî û Romî bi vê felsefê kir birayê hev.

Ewî bi xwe jî li nik pêdiviyan digot: “Ez kurê Abdulmutalib im.”  Û digot: “Hezjêkirina miletê xwe, ne nijadperesî ye. Digel neheqiya miletê meriv arikariya wan, Nijadperesî ye.

Ez bawerim ku aşîtî, dê li gorî asta bi cihanîna vê merhemeta Mûhemmedî bi cih were. Ez hêvî dikim ku êdî ji gotinê zêdetir, em pêxemberê xwe bijîn.

Em îroj gelek muhtacê vê merhemetê nin.

(M. Burhan HEDBİ)

About The Author