Hisênkê me bû selefî, lîlîlîlîlî!

Wê rojê bi sidfê û bê himdê min telfizyona me çû ser kenala Oryent û min dît hûn nebînin. Kuro lawo Hisênko bûye selefî û haya me jê tune alah wekîl.

Hisênê me ev demek dirêj li Europa dijî û bi bîra û wîskîya Europîyan bihecî, lê bi sê telaqê bê fitû ew ji Europîyan hînî tu gûyî nebû. Ev malnexerab bû dijminê mafê jinê wîîî, ez behwer dikim ji ber ev du salên wî ku tim li tekbîran dinere û wan dibihîze, tirro bû selefî, qaşo nivîskar e û li Europa dijî, tenê metbex cihê jinê dît û got: „Ji wir û pêve tu mafê wê tune.“ Weyî lê…

hisenko

Alah wekîl, min teradîn dîtin lê ne mîna Hisênkê me. Bi wê quranê, pêşkêşvana Ereb a qûn bi gû bi hezar qatî jê baştir axivî.

Welehilazîm û bilahilkerîm, tu sunda we li min tune biraderno, me top avêt ku ev teşkîl bibin nivîskarê me û me di raya giştî de temsîl bikin.

Kuro lawo dijminê mafê jinê ye hayhoooooo, bi wê quranê ez bi xwe şok bûm, gelo hûn çawa bûn?

Xwedê wî hedayet bike û aqilê wî bîne serê wî û hewwwwww.

 

 

About The Author