Gelo başûr azad bûye haya me jê tune?

Wek tê bîra we, Tirkê ji Kurdan Kurdtir, gunikreşê di ser xwe re xalê me Îsmaîl Beşîkçî, berî demekê gotibû: „Heta başûrê Kurdistanê azad nebe, ez naçim başûr, serdana herêma Kurdistanê nakim babam“ û lotikek avêtibû.

ismail besikci basur Kopie

Û niha?

Niha jî xalê me Beşîkçî li ser vexwendina hinek alîyan çûye başûr û bi kakacanan re lotikan davêje.

Halla hallaaaaaa û ya siphan allah!

Ê başe, ma çi hat guhertin ku tu çû başûr xalê Beşîkçî?

Yan başûr azad û serbixwe bûye haya me jê tune?

Na na, ez dibêjim sedî sed lotikek xêrê di serdana xalê me Beşîkçî de heye, yan na xalê me Beşîkçî zû bi zû tifa xwe nalêse ellahwekîl..

ismail besikci basur

About The Author