Dewletê naxwaze naxwaze, ma bi zorê ye qardaşim?

Li ser bextê fitne û fesadên Konfederasyona Çiyayê Qendîlê be, dibêjin xalê Kurdên sererd û binerd sayin Mûrat Karayilan, ji çapemenîyê re gotiye: „Binerin oxlim, ger ku li Kurdistana Federek dewleta Kurd a serbixwe bê îlankirin em tiştekî nabêjin, lê ji ber ku em li dijî dewletek netewî ne, em piştgiriyê nadin. Em dixwazin ku li Rojhilata Navîn, hemû gelên herêmê bi hev re, di lotikxaneyek  demokratîk û wekhev de bi bratî bijîn. Ev jî incex bi konfederalîzma demokratîk û federasyonê dikare pêk bê. Ji dewletên netewî dîktator û mîktador derdikevin babam“ û daye lotikan.

Murat Karayýlan

Îcar hinek Kurdên me xwe aciz dikin, xwe dienirînin, pirça serê xwe hildiçinin û kiras û şerwalên xwe diçirînin.

Kuro qardaşim, ma dinya ne hurrîyet e? Ma dinya ne azadî û demokrasî ye?

Ê Karayilanê me dewletek Kurdî naxwaze naxwaze, ma hûnê bi zorê pê bidin qebûlkirin yaw?

Belkî ciwamêr di Kurdistanek serbixwe de nikaribe li gor kêfa xwe lotikan bavêje, belkî konfederasyona Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş pê xweştir be, ma ne bi qîmê ye?

Haaaaaa, hûn Kurdistanek serbixwe dixwazin?

Wî çaxî wek mêran dakevin qada şer, bedel û kedê bidin, xwîn û xwêdanê birjînin û dest bi lotikan bikin.

Na heke hûn Kurdistanek serbixwe ji PKK, Karayilan û Beyazyilan dixwazin, nabe.

Ma Kurd ji dewletê çi fêm dikin cîgerim?

Ji xwe dewleta Tirko, Erebo û Ecemo heye, ji Kurdan re çi dewletek serbixwe û serêşandina zêde?

Law ma serê go neêşe, çi hewceyî destmalê ye babam?

Axir…

Lê ya balkêş çiye hûn zanin qurban?

Karayilanê me gotiye:

„Em dixwazin ku li Rojhilata Navîn, hemû gelên herêmê bi hev re, di lotikxaneyek  demokratîk û wekhev de bi bratî bijîn. Ev jî incex bi konfederalîzma demokratîk û federasyonê dikare pêk bê“ filan û fîstan.

Ê başe sayin Karayilan, konfederasyon ji çi pêk tê?

Ji federasyonan.. Federasyon dibin yek û konfederasyonê pêk tînin.

Hûn ji bo bakurê Kurdistanê çi dixwazin?

000000 û ne tiştek! Ne serxwebûn,  ne federasyon, ne otonomî û ne xweserîya demokratîk.

Hûn Demokratîk Turkîye Cimhûrîyetî dixwazin ne wilo?

Ê naxwe wê ev quzilqurta Konfederasyona Rojhilata Navîn çawa pêk bê te serê Kurdan xwaro?

Ma heta Kurd nebin xwedîyê federasyonê, karin di nava konfederasyonê de cîh bistînin cîgerim?

Qendîl

About The Author