Şivanê me hawara xwe gîhand qehremanê Îmralîyê

Xalê me Şivan a dilê xwe  ji rojnamevanê Vatanê Rûşen Çakir re got û kela dilê xwe hênik kir, sedema nevegera xwe eşkere kir.

Gerçî Demokratîk Lotikxane Partîsî berê jî çend caran gotibû „Şivanê me ne ji tirsa dewletê, lê ji tirsa lotikvanên PKK venagere welatê xwe“ û rastî anîbû zimên. Lê xalê me Şivan vê carê raste rast, rû bi rû lotika me rast derxist.

Rusen-Cakir-Sivan-Perwer-1

Şivanê Kurdên dinya û axretê ji Rûşen Çakir begefendî re gotiye:

„Binere oxlim, ezê tiştekî pir girîng ji te re bêjim. Heta niha min ji ti kesî re negot lê bea vê gotina min bikin manşet: Çawa Ocalan ji Qendîlê re nameyan bi rê dike, ji Newrozê re peyaman bi rê dike, bila mesajek din jî derxe û bibêje ”Bela xwe ji Şivan vekin, êdî tembûra wî di nav serê wî de neşkînin!”. Ez ji Ocalan vê hêvîyê dikim. Dema ku qehremanê Îmralîyê Ocalan vê bibêje û ayetekê daxe, wê yekser hertişt baş bibe, sererast bibe û vegera min wê pir hêsan bibe. Bi rastî jî mesele û mijara sereke ev e“ filan û fîstan.

Yaaaaaaaa!

Hîn wê başqanê me ji Îmralîyê ayetek qerase ji bo efûkirina Şivanê me bişîne, wê Şivanê me jî tembûra xwe hilde ser milê xwe, ji Hewlêrê berê xwe bide Newrozên Ruha û Amedê û wê Kurd bi def û zirne pêşwazîya Şivanê xwe bikin.

Tew tew tew, Tew mala minê !

Kuro xwedê hişto, tu Şivan î, ma Şivan ji pezê xwe ditirse yaw?

Wek mêran tembûra xwe hilde ser milê xwe, pêxwas û bê pêlav û şekal ji Hewlêrê bide ser rê, berê xwe bide welatê xwe, minnet û hesabê Xelo û Celo bi qirûşekî neke, here li meydana Newrozê li tembûra xwe xe û bêje: Kîme eezzzzzzzz!

Yaw bela çend tembûrên din jî di nav serê te de bişkînin wî, ma dinya xira dibe xalê Şivan!

Kurdistana te (Ka Kurdistanam ka, bax û bîstanim ka)  hatiye firotin, tu ketîyî derdê vegera xwe û ayeta başqanê me xalo caaaaaaaaaaan.

About The Author