KURDAN XALÊ BEŞIKÇÎ JÎ PÊXWAS HIŞT

Gelê Kurd dost û dijminên xwe baş dinasin. Kî bi me re dostanî kiriye ew tu car poşman nebûye, kî dijminatî  kiribe ew jî nayê jibîrkirin.

plaveke_besikcXalê me Beşikçî çû Başûrê Kurdistanê, merqeda serokê nemir Mele Mistefa Barzanî tewaf kir. Serokê netewî Kak Mesûd pêşwazîya Beşîkçî kir û bi nîşana  herî mezin  xelat kir.

Xalê Beşikçî paşê  bêşdarî civîna zankoya Selahedînê bû. Li wir nivîskar Ferhad Pîrbal ji nişkê va bi lingê Beşikçî girt û pêlava wî derxist, piştre derkete pêşberî bêşdaran, pêlav maç kir û danî ser serê xwe. Xalê Beşîkçî matmayî ma. Pîrbal got, ewê pêlava Beşikçî bixe mûzexaneyê. Piştî ku Pîrbal sola Beşikçî bir, êdî ew pêxwas ma, mêvanek rabû sola xwe xist lingê Îsmaîl Beşikçî.

Werhasil, xalê Beşikçî wek pêxwasên Amedê şerpeze kirin. Tırsa min ew e, çapemenîya virqoleran wê bêje “ Kurdan Beşikçî şêlandin. “

About The Author