Zozanî, parazt ala Tirko bi mêranî!

Xuyaye paraztina ala Tirko wek toqa naletê ketiye stuyê Kurdan. BDPî yên me di her halûkarê de xwedî li ala dagîrkeran derdikevin û wek ala xwe qebûl dikin. Nizanim ev hezkirin, ev evîndarî çiye û çima?

Lotikvanê BDP ê Colemêrgê Adil Zozanî (berî niha paşnavê xwe guhert û kir Zozanî. Maden tuyê xwedî li ala dewleta Tirk derketa, çima te paşnavê xwe kir Kurdî qardaşim?) li bajarê Meletê beşdarî cejna 1ê Gulanê bû û lotikek qerase avêt.

zozani Kopie

Adil efendî çi bêje başe?

Got: “Cîgerlerim, Heta îro hewl dan ku bi vê alê serê me bişkînin. Lê incex em karin ala vî welatî biparêzin (yanî ala Tirko, ewa ku bi xwîna Kurdan sor bûye ha). Incex em karin vê alê bilind bikin. Bila herkes ji vê emîn û bawer be. Wê ew al li Tirkîyê bibe ala hevkarîya gelên Tirkîyê. Ne ala serdestan, lê wê bibe ala xwedîyên xwe yên rasteqîn” filan û fîstan.

Wax wax wax wax, kuro aferîn ji te û partîya te re sayin Zozanî!

Xwezî te paşnavê xwe nekiriba Zozanî, heyfa wan zozanên Kurdistanê ku bi xwîna gerîllayên Kurd sor bûn û ew ala ku tu lê xwedî derdikevî bi wê xwîna Kurdan sortir bû.

Ma te paşnavê xwe kiriba Kemalî ne baştir bû sayin Zozanî?

Colemêrg

About The Author