Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî

nuri celikBawerim li tu derê dinyayê hikûmetek „fîftî fîftî“ ango „50-50“ nehatiye avakirin. Li welatên ku hikûmetek fîftî fîftî hatibe avakirin jî, xêr jê derneketiye, kar û bar bi rêk û pêk nehatine meşandin. Xuyaye welatê yekem ku hikûmetek „fîftî fîftî“ lê hatiye avakirin, başûrê Kurdistanê ye. Gerek bi vê helwesta xwe başûrê Kurdistanê têkeve pirtûka rekoran a Guînnes ê.

Axir, mesela me li ser nûnertîya hikûmeta Kurdistanê ya Swêdê ye.

hikumet basur KopieXwedê heye, nûnerê berê kekê me Taha Berwarî lotikên pir xweş û geş avêtin. Di dema nûnertîya xwe de xebatek bêhempa kir, Kurd bi Skandînavî û Ewrûpîyan dan nasandin, bi xebat û keda xwe bêyî ku ferqîyetê  têxe navbera partîyan yan Kurdên her çar parçeyên Kuistanê, lobîyek mezin ji Kurdan re çêkir, têkilî û dan û stendina navbera Kurdan xurttir û germtir kir, bi lidarxistina „Gala“yên Kurdî lotikên pir pîroz avêtin.

Lê xuyaye kesên ku xebatek rasteqîn dikin, li ber çavê hikûmetekanim reş dibin. Êêêêêêê, ev jî berhema desthilatdarîya „fîftî fîftî“ ye. Çima ku Taha Berwarî PDKî bû û birastî jî xebatek bê teref, xebatek Kurdistanî dikir, canekemên Hewlêr û Silêmanîyê ew dan ber lotik û pehînan û nûnertî ji destê wî girtin.

Werhasilî kelam, piştî sal-sal û nîvekê, nûnerekî din bû lotikvanê Swêdê. Lotikvanekî ji YNK, Hêriş Xole. Serketin canekem!

Lê sosreta mezin, rûreşîya kesanedî çiye hûn zanin gelî lotikvanan?

Felah Mistefa berdevkê hikûmeta Kurdistanê ye. Mêro tê Swêdê ji bo nûnerê nû yê Swêdê bide nasandin. Lê ne pirsa Nûnerê berê Taha Berwarî dike, ne pirsa arşîvan dike, ne pirsa têkilîyan û lobîya ku hatiye çêkirin dike, ne dibêje tu çawayî û ne dibêje ka ev zilam sax e yan mirî ye.

Aha ev jî berhema xêr û bereketa „fîftî fîftî“ ye. Gava desthilatdarîyek xwedî biryar tunebe, wê „mîster fîftî fîftî“ jî lotikên wilo çewto mewto û teqlo meqlo bavêje Kurdan.

Ez serê we neêşînim, Kurdekan bi „fîftî fîftî“ ne karin bibin şêx û ne jî miftî. Ne karin biryarên baş bistînin, ne jî siyasetek Kurdistanî bikin. Heta siyaset ji bin bandora partîyan dernekeve û siyaset nebe siyasetek serbixwe û berjewendîyên Kurdistanî neparêze, wê „fîftî fîftî begefendî“ qûşê li Kurdan biqetîne û hûn sax….

About The Author