Em bi hevre gavek nuh bavêjin

mustafa ozcelik

————————————–

Dem ne ew dem e ku şexsek, grûpek, çînek, yan mezhebek xwe li ser hinekên din ferz bike, rêxistinek yan jî civateke li ser vî esasê teng bixwaze îdare bike

——————————————–

Li ser banga 11 kesên ku ji tradîsyona DDKDyê dihatin di 27ê nîsana 2013an de li Diyarbekirê civinek hat lidarxisti.Ez bi xwe jî yek ji wan 11 kesan bûm. Ji ber hin kêmasiyên teknîkî, ew kesên ku diviyabû beşdarî civînê bibûnaya nikarîbûn beşdar bibin. Lê  bi giştî meriv dikare bibeje ku ev civîn bi yên beşdarî kirin, yên mesaj şandin û yên nikarîbûn beşdar bibin, bi awayekî gelemperî, meyil û raya zêdeyî 500 kesên ku ji bo civînê hatibûn destnîşankirin îfade dike.

Civîn ji aliye mustewa, berhemdarî û motîvasyona beşdaran ve balkêş û hêvîdar bû. Ger li ser vê bingeh û moralê xebatên ku tên armanckirin bêne meşandin, bi hêsanî meriv dikare bibeje ku ev gava yekem ji niha de berendam e ku potansiyeleke berfireh himbez bike.

Yên ku ev civîn çêkirin ji tradîsyona DDKDyê bûn. Lê di banga 11 kesan ya ji bo civînê de jî pir bi eşkereyî hatiye îfadekirin ku “Ev gava yekem divê wek destpêka xebateke berfireh bê qebûlkirin ku ji avakirana projeyeke siyasî ya nû ya ne bes bi tradîsyona DDKDyê ve sinorkirî be.“ Lê mixabin ku piştî civînê me dit ku li hin cîh û sobetan hate gotin ku “DDKDyî partiyekê ava dikin..“ Helbet ku DDKD jî beşek ji ked û xebata miletê Kurd e û wek xebata hêzên neteweyî yên din e û divê em li van hemû xebat, ked û kelepûran jî xwedî derkevin. Lê bawer dikim tu pêwîstî û zerûriyetek tune ye ku yên ji  tradisyona DDKDyê hatine xwe di bin hin kirasan de veşêre û fikrên xwe bi awayekî din bidin nîşandan. DDKDyî jî beşek in ji vê xebatê ku li ser esasê hiqûqa ferdî. Lê xebat ne bes ya DDKDyiyan e. Di daxuyaniya civînê de jî pir bi eşkereyî hatiye gotin: Ji ber vê yekê jî tesbîta civîna 27ê nîsanê ew e ku projeyên ku dê didema me de bihên amadekirin divê ne hewildana civandina wê tradîsyonê an wan tradîsyonan be ku heta niha bi astên cuda hebûnên xwe domandine; lê divê ew bitêgihîştineka weha bihên nirxandin ku wan beşên civatê yên berfireh bidin ber xweku bikarin di projeyeka nû de li gor pêwîstîyên nû bihên ba hevûdin.“ Divê her kesekî ku bi rastî jî pêwîstiyeke projeya siyasî ya nû dibîne, bêyî pêşhikumî, bêyî şik vê banga civînê wek esas bigire, binirxîne û ji bo gaveke xurttir, firehtir û biaqiltir bi hev re vê gavê bigîhînin asteke nuhtir.

Vê civînê bi awayekî giştî, ji dil û vekirî gotiye kuCivîna 27ê nîsana 2013yan tesbît kiriye ku ew fikir û nêrînên siyasî bi nisbeteka mezin guherîne ku tradîsyona DDKDyê û tradîsyonên kurdistanî yên din di mercên Şerê Sar de diparastin ku li gor şertên objektîf û subjektîf û pêwîstîyên cîhan, herêm û Kurdistanê yên wê demê şikil girtibû. Serûbinbûnên mezin yên ku di jîyana me de çêbûne, di avayîya me ya civatî de û di cîhana siyasî û fikirî de pêwîstîyên nû peyda kirine. Divê projeyên çareserîyê yên bi pêwîstî û konjonktura dema me re guncandî bihên amadekirin“. Ev nêrîn bi ya min ji bo nuhkirin û nûjenkirina siyaseta neteweyî gaveke gelekî giring e, bi nirx e. Tradisyoneke ku paşeroja xwe û dahatûya xwe li ser nêrîneke rexnegir û li ser pewîstiyên milet û welatê xwe vê bide ber çavan, divê meriv piştgiriya wê bike û vê gavê bigêjîne merheleyeka nû.

Di civata Kurd û Kurdistanê de, xebatên siyasî divê bi proje û xebatên xwe cûdabûna xwe, bîr û rayên xwe bidin nîşandan. Û bi ya min, ew kes û der û dorên ku wek hev yan jî nezî hev difikirin, divê xwe ji ez û ezîtiya şexsî û grûbî bidûr bixin, bi awayekî

dilrehet  û bi samîmiyet, rêyên bihevredanîna projeyên siyasî yên nû xurt bikin. Dinyaya me ya vê demê, li gor şerd û şirûdên xwe yên nû û li gor şerd, şirûd û pêwîstiyên milet û welatê me, rê û rêbazên nû dixwaze. Li ser bingeha çerçoveyeke lihevkirî, divê em fêrî pirdengî, pirrengî û lihevkirineke nû bin. Dem ne ew dem e ku şexsek, grûpek, çînek, yan mezhebek xwe li ser hinekên din ferz bike, rêxistinek yan jî civateke li ser vî esasê teng bixwaze îdare bike. Gelek fikir û siyasetên ku duhî me weke tabû, weke tiştên qet nayên guhertin qebul dikir; îroj em dibînin ku bi gelek hêsanî li şert û mercên nû dikarin bêne guhertin.

Pêwistiya civata me ji pirdengî, pirrengiyê û birexistinbûyinê heye.Tu kirasekî teng nikare li bejna vê civata ku ji aliyê civakî, kulturî, dînî, mezhebî, etnîkî û dîrokî ve ew qas piralî û pirrengî be. Projeyên siyasî jî divê bi vê pîvanê karibin li rastî û rewşa milet û welatê xwe binêrin.

Heger em herkesek bibejin ez û maloka min, ez ne bawer im ku ev ji derd û eşên milet û welatê me bibe dermanek… Helbete ku yên cûda difikirin, cûda li meseleyan dinêrin û şîrove dikin hene û divê hebin jî. Tu nikarî civatekê bixe nev yek qalikî. Lê yên ku di aliyê bîr, bawerî û projeyên xwe yên siyasî de wek hev nêzî hev difikirin, bi hêsanî dikarin li ser bingeha hiqûqa ferdî, di xebateke eşkere, sivîl û meşrû de bi hev re bixebitin. Heta iroj gelek ceribandin di vî warî de çêbûne. Lê gelek ji wan bi ser neketine. Lê ji xeynî şert û şirûtên objektif û subjektif yên dinyayê û welêt, bi ya min sebebeke esasî ya serneketina wan hewildanan tengrupçitî û ez û ezîtiya şexsî ye… Ev faktorna, îroj zêdetir rê li ber projeyên siyasî yên bi rastî jî nû, digirin. Lê ev heyf e, mixabin e. Divê herkesek ji derbasbûyina xwe, ji tecrubeyên xwe karibin dersê derxînin ku li gor vî barê giran yê li ser milên miletê me, welatê me bikarin çare û rêbazan peyda bikin, vî barî sivik bikin û ji holê rakin.

„Ji Bo Projeyeka Siyasi Ya Nû Banga Diyaloge“, bangeke ku bi sedhezaran, bi milyonan insanên me bikarin şexsiyeta xwe, fikir û pêwîstiyên xwe û dahatûya xwe tê de bibinin e. Ev bang, beriya her tiştî, ji bo miletê me, ji bo welatê me ye. Ne ji bo berjewendiyên  tu şexsekî, ji bo berjewendiyên  grûpekê, yan ji bo berjewendiyên teng beşek e di civatê de ye. Û helbet ev bang li gor bîr û baweriyeke li ser esasê tecrubeyên heyî, li ser esasê pêwîstî û rastiya welatê me, li ser esasê guhertinên navnetweyî, xwedî vîzyonekê ye, xwedî perspektîfkê ye. Lê divê yên vê bangê wek banga xwe dibînin, ew pêştesbîtên di civînê de hatine kirin nêzî xwe dibînin, ji aliyê fikir, ji aliyê qadro, ji aliyê rê û rêbazên rêxistinî, ji aliyê kemilandinê li vê bangê xwedî derkevin û bi rastî jî bikin projeyeke siyasî ya nû.

Ji bo rêvebirin û peşdexistina vê xebatê, bi ya min di navbeyna 2-3 mehan de, ew kesên ku bi awayekî erênî li vê bangê dinêrin bêne cem hev û bernameyeke xebatê ya bi hêztirkirin û organizekirina ji aliyê fikrî, ji aliyê qadroyan, ji aliyê hêza jinan û gencan, bê tesbitkirin. Piştî van xebat û gavan di nabvêyna 3-4 mehan de dikare civîneke berfireh ku ji vê potansiyela ku germ li vê xebatê nêrîne û pişt danê, bê lidarxistin û nexşereyeke nû bê tesbitkirin. Bi ya min, divê ji kîjan tradisyonê, ji kîjan etnîsîteyê, ji kîjan beşên civakê, ji kîjan ol yan jî mezhebî hatibe bila bê, ew kesên ku vê bang û taslaxa fikrî ya hatiye peşniyarkirin erênî dibîne, xwe xwediyê vê gavê bibîne û di wexteke herî maqûl û zû de hêza xwe bi vê xebatê re bike yek û geştir bike. Divê em qedera miletê xwe, qedera welatê xwe ji çerçoveya tengfikrandinan û ji niqaşên di navbeyna qadroyên emrên wan ji 50yî bihurî ye derbixin. Divê em karibin vê tecrubeyê bi hêza gencan, bi hêza jinan, bi hêza dînamikên nuh yên cûrbicûr yên civatê ve bikin yek û bikemilînin.

Ez bi xwe dikarim ku wê çerçoveya di Bangê de hatiye peşniyarkirin, reng û şexsiyeta vê Bangê bi kurtayî, bi van çend tesbitan şirove bikim:

Di jiyana xwe ya rêxistinî de; di jiyana navxweyî ya civata  Kurd û Kurdistanê de; di têkilî û hiqûqa bi hev re jiyana civata Kurdistanê û Tirkiyê de; di yekgirtina her çar perçeyên Kurdistanê de; di têkilî û bihevre jiyana civata nevneteweyî û civata Kurd ve Kurdistanê de; di têkil û hiqûqa bihevre jiyana civatên li dinyê de “Azadî, Wekhevî , Demokrasî, Edalet“

Belê ez dixwazim vê nivîsa xwe, bi wan çend rêzên ku di dawiya Bangê de hatiye gotin xelas bikim:

“ Em bangî wan beşên civata kurd û Kurdistanê yên herî berfireh dikin ku li

perspektîfên li jorê bi kurtî dîyarkirî bi xwedî derdikevin, da em van

perspektîfan bi hevûdin re pêşdetir bibin û li ser bingehê hiqûqa ferdî wan bikin

projeyeka siyasî ya nû.“

 

Mustafa Özçelik/09.05.2013

Kurdînfo

About The Author