DEMA ÇANDINÎYÊ

Bûyer ji dîrokê tên û xwe dubare dikin..

Li Kurdistana bakur di wan salên dawîyê de gelek bûyer qevimîn.

Dema ku mêtinkar dikevin welatekî û bi tundî dagir dikin, li wî welatî hemû welatperwer jî li hember dagîrkeran li ber xwe didin heya ku wan ji nav welatê xwe derdixin.

Van 30 salên dawîyê bi navê Kurdên bakur jî siwarî rabûn ser pîyan, ji bo daxwazên mezin wek serxwebûn-azadî-sosyalîzm û Kurdîstanek rizgar uhwd…Lê bi hezaran şehîd dan, gelek malbat kambax bûn,bi zorê koçber bûn. Gelek xort û qîz hatin girtin, dîl û bend bûn, gelek ji wan bi êşkence û tade hatin kuştin ta ku kes nizane li ku hatine winda kirin. Dar û daristan hatin şewitandin, gund hemû wêran bûn.

cotkari

Evana yek bi yek hatin jîyan.

Û İro bê şert û şûrt, bê daxwaza serxwbûn-azadî û rizgarîyê, siwarîyên me destên xwe şûştin û berê xwe dan welatên din. Dibe ku li rojhilata navîn ji bo berjewendîya Tirkoleran bikevin nav hin lîztikên din, kes nizane

Em werin ser bûyerê xwe.

Tê gotin ji rojan rojek, zilamekî kal nameyekî dûdirêj ji kurê xwe yê girtî re dinivîse û wisa dibêjê:

„Vaye 10 sale tu hatiyî girtin. Heya niha min karîbû cot bikira û patat biçandina. Lê felek xaîn e û ez bê çare me. Gelek pîr û kal bûm, êdî nikarim. Dema ku ez kar nekim dirav jî çênabin ku alîkarîya te bikim. Gelek xemgîn û bê çare me…“

Lawik ji girtîgehê nameya bavê xwe dibersivîne:

„Yabo..Ne hewceye ku tu biçî wan deran bikolî,cot bikî û ji bo çandina patatan xe bêşînî. Min gelek mirov kuştin û di nav wê zevîyê de laşê wan veşart. Ew banqaya ku min şeland jî, min hemû zêr û dirav xistin bin erdê..“

Piştî vê bersîvê, leşker-jendirme û polîs hemû bi tevir û bêran dikevin nav zevîya wan û hûr hûr dikolin, serûbino dikin. Ne laşê tu kesan ne ji zêr û diravan nabînîn. Diçin ji bavê yê girtî lêborîna xwe dixwazin.

Piştre lawik nameyek din ji bavê xwe re rê dike:

„Yabo..Niha ew zevîyên me hatin kolandin-cotkirin, tu karî bi dilekî azad patatan biçînî…“

Piştî wê kefteleftîyê û şerê qirêj yê sîh salan, her tişt serûbino bû. Lê dema çandinîya serxwebûn-aşîtî û azadîya Kurdên bakur nehat…

About The Author