Brad Pîtt ma bê memik, wey weleeeeddddd!

Lotikvana navdar, stêrka Hollywoodê, delala ber dilê xort û mêrên doxînsist, xewn û xeyala kalemêrên 70 salî Angelîna Jolîe, herdu memikên xwe yên wek sêvên xelatî dan ber kêr û meqesan û di qurmik de jêkirin.

Angelina-Jolie

Angelîna ku meriv ji nerîna çavên wê û ji ramûsanên lêvên wê têr nedibû, her du memikên wê raserî malmîrata nexweşîya pençeşêrê (brîna reş-kanser) hatibûn. Ji bo ku Angelîna xwe ji kanserê azad bike, her du memikên xwe dane ber neştersazîyê û niha bê memik dijî. Her çiqas xanima germik û nermik dewlemend be û karibe memikên sîlîkon bi xwe veke jî, lê wê mêrê wê Brad Pîtt çi tamê ji wan memikên lastîkî bike kes nizane.

Birastî lo, ma jin bê memik dibin?

Ji xwe tiştên ku jinê seksî û bedew dikin yek jê jî memik in. Go meriv nekeve ser wan sîng û berên „serî sor û binî zer“ û bi wan memikan nelîze, bêhn neke û kela dilê xwe pê hênik neke, ma hêjaye çi?

Werhasilî kelam, bawer bikin ji Angelîna xanimê zêdetir dilê min bi rebenê Brad Pîtt dişewite ellahwekîl.

Wê rebeno bê memik çawa bijî, wê bê memik çawa di xew re here?

Û tew ji xwe memikên jinek wek Angelîna Jolîe ku ji sêvên xelatî, ji helawa Entabê, ji dimsa Torê û ji tirî û mewîjên Omerya jî xweştir in.

Wey weleeeddddd Bradko wey weleddddddddd!

Hollywood

Angelina-Jolie4

About The Author