Ocalan gihişt miradê xwe lê gelê Kurd wê bigihîje mafê xwe

faris_marsilHeke navê Abdullah Ocalan di bin wê nameya ku di Newroza 2013ê de li Diyarbekirê hat xwendin de nihata nivîsandin, bawer im dê di destpêkê de MHP bi çepikan pêşewazîlêbikira ku di van salên dawiyê de partiyên din jî bi munasebetên cuda beyanên bi vê naverokê peşkêşî raya giştî kiribûn.

Ji xwe name bi aweyekî wilo hatibû nivîsandin ku meriv digot qey ji aliyê şêwirmendê siyasî yê serokwezîrê Tirkiyeyê Yalcin Akdogan ve hatiye nivîsandin. Di 16 û 17ê Sibata 2013ê de Erdogan bi heman naverokê di mitînga partiya xwe ya li Mêrdînê û Qoserê de axaftinek kiribû.

Ferq nake ku name ji aliyê kê ve hatibe nivîsandin lê di encamê de di bin nameyê de bêyî ku tîtila ”serokê PKK” hebe, tenê navê Abdullah Ocalan heye û dewlet/hikumet ew mihatab girtiye û ev di raya giştî de ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyib Erdogan ve jî hatiye eşkerekirin û erêkirin. Di encamê de Ocalan gihişt mirada xwe ku hin berê 20 salan wexta ew di zirweya şerê çekdarî de bû bang kiribû ku ew amadeye heta bi zabitekî bêrutbe yê dewletê re jî rûnê.

Normal Ocalan di nameye xwe de ji bo Kurdan tiştek berbiçav naparêze, lê Kurdên ku pê re ne ji peyama wî ji xwe re hin ”fetwa”yan derdixin û bahsa yekîtiya Tirk û Kurdan dikin. Di eslê xwe de wexta Kurdekî bahsa Mîsak-î Millî bike êdî ew li hember dijiminê Tirkiyeyê ax, al û sînor û yekîtiya Tirkiyeyî diparêze. Mixabin pozîsiyona Ocalan jî ev e lê ew li gor hinekan bi perspektîfekî ” stretejîka kûr ” difikire û li gora wan ev di berjewendiya Kurdan de ye. Lê di rastiyê de, ne naveroka  nameya wî teqabûlî daxwazên wê girseyîya ku dane dû wî dike û ne jî şerê 30 salan yê çekdarî watedar dike.

Piştî evqas malvêranî, şehîd û birîndaran, valakirina gundan, guherandina demografiyaya Kurdistanê bê qeyd û şert devjêberdana çekan û vê yekê wek serkeftinekê nîşan dayîn ne karê aqilan e. Ji xwe di van 15 salên dawiyê de ji bona wan daxwazên ku PKKê diparast ne pêwîst bû şerê çekdarî bihata kirin, lê mademkî dev jî çekan tê berdan diviyabû qet nebûna daxwazên herî mînimal yê Kurdan ji dewletê bihatana talepkirin ku ew daxwaz di platformên legal de di van salên dawîyê de rêxistinên Kurdan bi muşterekî tînin zimên.

Temam, di cî de ye, dem dema siyaseta demokratîk e, lê Kurd ji bona ku siyaseta demokratîk bikin, wexta hin nikaribin bi nav û nasnameya xwe bi azadî û yasayî partiyên xwe ava bikin, nasnameya wan hin bi resmî nehatibe qebûlkirin, zimanê wan nebûye zimanê perwerdeyî dê siyaseta demokratîk ne hêsan be. Kurd ji xwe di salên 70yî de di wê dema şertên herî nedemokratîk de dest bi siyaseta demokratîk kiribûn û bibûn hêz. Lê PKKê dijî vê siyasetê derket yên vê siyasetê kirin bi xayîntî îtham kir û li dijî wan şer kir û şerê çekdarî mutlaq kir. Piştî 30 salên şerê çekdarî bêyî ku mafekî Kurdan bi resmî bê naskirin û ew statuyekî bi dest bixin û daxwaza statuyekî bikin, civata Kurdan dejenere kirin; dîtinên çewto-mewto yê wek xweseriya demokratîk, cumhuriyeta demokratîk û konfederasyona demokratîk xistin nav civata Kurdan û bi vî hawayî mêjiyê girseyekî mezin yên Kurdan tevlihev kirin; vêya ne tenê li bakur, li başûr, li rojava û li rojhilata Kurdistanê jî kirin.

Îro li bakur tirs e ew e ku, bêyî ku maf û azadiyên Kurdan bihên bidestxistin, mafê wan yên gespkirî bi wan bihê îadekirin, li ser navê demokrasî û demokratîkbûna Tirkiyeyê mantiqek wilo li ber wê hêza xurt a Kurdan dest pê bike ku ew ji tirkan zêdetir xwedî li nirxên wan derkevin û ew nirx bikin nirxên xwe; ji xwe îşaretên vê yekê êdî hêdî hêdî xuya dikin.

 

Serdema ku em tê de dijîn ji bo herêmê û bi taybet jî bo neteweya Kurd serdemeka herî kamil û kemilî ye. Herêm ji nû ve tê tanzîmkirin û di herêmê de yê herî bi siûd gelê Kurd e. Li Başûr dewleteka Kurd ya de-facto heye ku êdî dewletên mezin yên dinyayê jî qîma xwe pê tînin, li Sûriyeyê ku êdî rewş hatiye wê qonaxê ku Kurd jî wek başûr statuyekê bi dest bixwin. Di rewşekê weha de hêza herî xurt ya Kurd ku diviyabû ji vê rewşê sûd werbigre lê ew bi vê helwesta xwe û bi navê ”staratejîya kûr û dûr” întibayek û îmajek dide ku li gor stretejiya dewlet û hukmeta Tirkiyeyê tevdigere.

Di esasê xwe de hukmeta AKP û dewleta Tirk ji bona ku Kurdên binxetê ji rewşa heyî ya Sûriyeyê statuyekî bi dest nexin, Ocalan mihatab girt û xist dewrê. Ew zanîn ku bandora Ocalan li ser PYD (Partîya Yekîtîya Demokratîk) gelek e û ew dikare tedaxul bike da PYD stratejiyeke ku teqabûlê statuyekî bi dest bixe, neke rêxeriteya xwe. Wek tê zanîn PYD di xeta PKKê de ye û li Rojavaya Kurdistanê hêza wê ya leşkerî heye.

Kurdinfo

About The Author