Aha jin divê wek Curphey 4 gurçîkî bin baba…

Xanim Curphey, ji ber êşa tihêla (kêlek) xwe diçe doktor. Doktor tehlîla elemgirtina mîzê datîne û heban dide rebena Curpheyê. Lê di encama tehlîl û analîzên Nexweşxana St:Helîer ê de tê dîtin ku sedema êşa Curphey ne elemgirtina rêyên mîzê ye lê ji gurçikên wê ye.

jin car gurcik

Piştî lêkolînên 10 rojan, derket holê ku li tihêlek wê 3 gurçik û li tihêla din jî gurçikek wê heye. Ango 4 gurçikên wê hene.

Jina bi 4 gurçikan!

Aha jin divê wek Curphey bi 4 gurçikan bin qurban.

Ma jinên bi 2 gurçikan jî jin in?

Yan mêrên bi 2 gurçikan bin jî mêr in?

Go jin ne 4 gurçikî bin, go mêr ne 4 gurçikî bin, ferqa wan û pisîkan ji hev çiye newilo? Pisîk jî bi 2 gurçikan in wî…

Axir, dibêjin niha Curphey xanim 2 gurçikên xwe derxistine bazar û mazatê û ew dane ber firotinê. Bi taybet ji bo xwendevanên Lotikxanê ji %10 erzanîya gurçikan heye. Kesên bê gurçik û ziravqetandî bin, bela serî li me din û ji %10 erzanîya gurçikan nerevînin.

Gurçikên Curphey xanimê taze, germik û nermik in. Ne bêhna mîzê ji wan tê û ne jî bêhna nîkotîna cigarê. Hem tên kelandin, hem tên qelandin, hem tên brajtin û hem jî di laşê we de tên bikaranîn.

Îcar hûn bi qîma xwe ne.

Ji me gotin..

London

 

About The Author