TE ME JI MÊRANÎ DE XIST

Ji bo serxweşîyekê ez û Wahab, kirîvê wî Basrî û bavê Wahab Îsmaîl em li trimpêlê siwar bûn. Ez û Îsmaîl em li dawîyê rûniştin. Wahab trimpêlê diajo, Basrî jî li rex wî rûniştî bû.

Wahab wek brûskê bi rê ket, wexta li çal û korta dixe tekerên trimpêlê ji erdê diqete. Kekê Îsmaîl ji min re got “ Ev kurê min şêt e, ka jê re bibêje bila hêdî biçe. “

Min deng li Wahab kir “ Hinek hêdî biçe, ev ne helîkopter e bavê min. “

Wahab got “ Ez hêdî diçim heyran, rê xirabe. “

Kekê Îsmaîl di guhê min de got “ Bi gotina min nake, ku ez dibêjim hêdî biçe hîn zû diajo, bi tenê ji dayîka xwe di tirse .“

Min got “ Keko wisa nabe bila bûka te pê re hêrs bikeve. “

Got “ Bûk jî wek wî şêt e, bavo .”

Werhasil, em geh difirin geh dihejin û diçin. Basrî bêdeng wek mirîyekî ne diaxive û ne jî têkilahî dike.

Demek şûn de got “ Kirîvo li ser vê kanîyê bisekine em avekê vexwin. “

fahrer1Trimpêl sekinî em peya bûn, me av vexwar, me ser û çavên xwe şûşt. Em hinekî hatin ser hemdê xwe.

Basrî got “ Kirîv, welehîn divê mirov berî gerdekê zava bi te re bike rê.”

Em kenîyan, Wahab hêrs bû got “ Çima kirîv ma ez çi dikim ? “

Basrî got “ Malnexirab, tuyê êdî çi bikî, te me ji mêranî de xist bavo.“

Bi kurtasî…

“ Çareserîya demokratik “ wisa zû dimeşe, tirsa min ew e; me Kurda hemûyan ji mêranî de bixe ellahwekîl !…

About The Author