Ma em ji Eyşika Ereb in kek Nêçîr?

Serokwezîrê Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, piştî serdana xwe ya çendrojî ya li Silêmaniyê di preskoneferansekê de behsa serdana xwe kir û got: “ Hikûmeta herêma Kurdistanê, ne PDK, tixûb daxistiye. Armanc ji vê yekê gelek diyar e. Eger PYD wisa hizir bike ku wê rê jê re bê dan xwe li ser prosesa siyasî û li ser alîyên din yên Kurdistana Surîyê ferz bike, ne mimkin e hikûmeta herêma Kurdistanê terefdarîya siyasetek wisa bike. PYD  hijmarek endamên partîyên din li ser tixûb girtine, ew sînor hatibû vekirin ji bo alîkarîkirina hemû xelkê Kurdistanê, ne ji bo alîkarîkirina partîyek taybet. Li şûna ku PYD vê alîkarîyê bi awayekî adil dabeş bike, diçe xelkê digire. Me jî bi zelalî jê re gotiye heke siyaseta we bi vî awayî be, em wek hikûmeta herêma Kurdistanê terefdarîya we nakin. Çi dema em gihiştin wê bîr û rayê ku ev tişt dubare nabin, bêguman wezîfeya me ye ku wek hikûmeta herêma Kurdistanê em alîkariya xuşk û brayên xwe li rojavayê Kurdistanê bikin“ filan û bêvan.

necirvan

Axir, me mijara girtina derîyên sînor û siyaseta PYD fêhm kir.

Lê we çima derî li ser „Partî Demokratî Lotikxane“ girtiye kaka?

Ma me jî wek PYD siyasetek ezezî meşandiye û dijberîya Kurdan kiriye canekem?

Welle û bille em nanê xwe jî adilane dabeş dikin û ava xwe jî. Elhemdulîllah pareyên me tunene ku em dabeş bikin, lê em siyaseta xwe jî „demokratîk û adil“ dabeş dikin û lotikên demokratîk jî davêjin.

Ê madem wisa ye, çima we derî li xuşk û brayên xwe yên Lotikxanê girtiye canekem?

Ma hema „peşkek“ ji petrola Kerkûkê li me jî nakeve ezbenî?

Yan endamên Partî Demokratî Lotikxane ji Eyşika Ereb in?

Duhok

About The Author