Eyşokê wa Eyşokê Eyşoka Romanî!

Belê kezebno, şaredara bajarê Nisêbînê, ewa ku bi paraşûtê daket Nisêbînê û ji kîsikê “tombala” ji Nisêbînîyan re derket û bû bela serê wan xwelîliseran, ji Stêrk TV re axivî û çend lotik û zîtirkên dûrî Kurdayetîyê avêtin, xwelîya heft gundan li serê 101 bavê Kurdan kir.

ayse gokkan KopieEyşoka Ruhayî di axavtina xwe de got ku “Oxyaaaannnnnnnn, baş bû ku Kurd nebûn dewlet” û Kurdên xwelîliser hêjayî dewletbûnê nedît.

Ê helbet canim, ma gava serokên Eyşoka me li dijî dewletbûna Kurdan derkevin, Eyşoka me kare bêje “vit” û dewletê ji Kurdan re bixwaze?Na. Kesên ku ji heman cokê av vexwaribin, helbet wê heman lotikan jî bavêjin Kurdan.

Werhasilî kelam, xuyaye “gunikreş” di Nisêbîna rengîn de nemane. Ew Nisêbîna ku keleha Kurdayetî û Kurdistanîbûnê bû, îro bûye hêsîr û peppûka ber destê kesên mîna Eyşokê û bûye bindestê bindestan.

Haaaaaa, wilo lê nenerin, Eyşoka me îş û karê xwe baş zane, zane bê çi dibêje û li gor dilê kê diaxive. Ma şaredarî bes û têra wê dike? Na canim, wekîltî û parlamenterî jî di dorê de ye. Ma kesên ku dewletbûnê ji Kurdan re bixwazin karin bibin parlamenter qurban? Hilbijartin nêzîk bûn û hew we dît serkêş û merkêşên BDP ew wek “Wekîla Nisêbînê” kirin namzet û ew xelat jî kirin.

Axir, Eyşoka Ruhayî û Ûrfayî di devê Kurdan re rît wesselam.

Îcar wê Nisêbînîyên “xesandî” çi xwelîyê li serê xwe bikin ez meraq dikim ellahwekîl…

Nisêbîn

About The Author