Serokê Rûsya cîgerim Wiladîmîr Pûtin, jina xwe ya ku 30 salî pê re lotik davêtin, ji bo xatirê jinek 29 salî û şampîyona jîmnastîkê Alîna Kabaeva berda.
Alîna Kabaeva niha parlamenter e û heta niha wek yek ji wan jinên gelekî nêzîkî Pûtin dihat û tê naskirin.
Li gor hinek fitne û fesadîyên meclîsa Moskovayê, dibêjin 2 zarokên Pûtîn ji Alîna Kabaeva hene û mêro hasil gihandiye Mûsilê. Xuyaye niha kêf kêfa Pûtînkê me ye. Piştî berdana jina xwe êdî rê jê re vebû ku bi Alîna xanim re bizewice û dest bi lotikên Rûsî bike.
Lê xwedê heye, Alîna jî Alîna ye haaaaaaa. Malmîratê ji horîyên bihuştê jî bedewtir û germtir û nermtir e. Ez bi serê Pûtîn, Lenîn û Stalîn kim, heke yeke wek Alîna bibûya jina min, ne sê telaq, lê minê 66 telaqên jina xwe jî têxistina destên wê û berê wê bida malbavana.
Kuro ma lotikvanek wek Alîna Kabaeva bi destê kê dikeve babaaaaaaaaa…..
Moskova
Zêdetir
Dîrok xwe dubare nake, bi destê desthilatdaran tê dubarekirin
Ji çar çiyan sisê xeyidîn
Cesaret tunebe zanîn têr nake