Cibra-îl bi xwe jî nikare sînor veke

Dibêjin rojekê Xwedê ji Cibra-îl xwestiye, biçe ser erdê, binere bê ka rewşa Kurdan çiye. Ji ber ji dema ku wî ew afirandine haya wî ji wan nemaye. Cibra-îl jî bi çend milyaketên qerase daket erdê, li nav Kurdan geriya, rewşa wan fam kir û vegeriya ba Xwedê û raporta xwe pêşkêş kir.

Xwedê jê pirsî: We çi dît, we çi nedît, rewş û halê Kurdan çilo bû?

Cibra-îl got: Yezdanê min, gelek ji wan bûne milyonêr

Xwedê: Te got çiiii? Milyonêr? Bi çi?

Cibra-îl: Bi qaçaxê.                                  

deri vekiin Kopie

Xwedê: Qaçaxa çi kuro!

Cibra-îl: Li ser sînorê buhişt û dojehê (cinet û cehnemê) xelkê bi qaçaxî, bi perakî zêde, ji cehnemê derbasî cinetê dikin.

Mebesta Cibra-îl ji vê yekê ew bû ku qaçaxçiyên Kurdan xelkê ji Rojhilata Navîn (Dojehê) derbasî Ewrûpayê (Buhiştê) dikin.

Dema Xwedê ev bihîst devê wî gaz û nîvekê ma ji hev û got: Çima we rê daye wan Cibra-îl?

Cibra-îl, Israfîl, Izra-îl û Mika-îl, herçar milyaketên qerase bi hevre li Xwedê vegerandin: Ey Xweda, van hîn gunikreş di ser xwe de nedîtine, incex gunikreş karibin van sînoran li ber wan bigrin.

Ez bi qesema navê wî xwedayî kim, vaye gunikreş û tirrkewên ji wan re derketin û deryê Sêmalka heft qufil lêdan û wek pira miradan li bajarê Kolnê kilît avêtin çemê Diclê.

Ez bi telaqên pîre Eyşê kim, Cibra-îl û Izra-îl bi xwe jî bên êdî nikarin wî derî careke din vekin. Kakacanên li Başûr tirr ji biracanên li Rojava berdan û ew di wê tirs û hejaryê de hiştin.

Law hey xwedê agir di mala we xisto! Ma hûn bûn Sayxis-Pîko, ma we bi telaq û melaq sond xwariye, ma we bi gora Barzanîyê nemir sond xwariye ku êdî hûn vî sînorî venakin! Heyra welleh me got qey hûn henekan dikin haaa! Erê qurban ji berê de dibêjin: (zikê têr hay ji yê birçî nine). Li Başûr halê wan xweş be, li Rojava kî ji birçîna mir ji vî ve!

Dibêjin li Başûr hezar milyardêrên dolar û zêdetir ji deh hezar milyonêrên dolaran çêbûne, wey xwedê wan zêde bike rebîîîî. Ma belkî hema peşkek wan li me jî keve, ev xeber ne li ser bextê min û Lotikxanê be haaa, ev xeber di KNN TV de me bihîst.

Law qerdaş, hema hinek zikat, mikat, kuro hinek hestî mestî ji birayên xwe yên li Rojava re bişînin heyran! Ma bera rojekê, bera carekê serê me jî, hinekî bi we bilind bibe wîîî!

Lê werin vê ecêba kesanedî, li hawîrdora Sûrî sînor vekirî ne, tenê li Sêmalka, di navbera Kurdan de, di navbera Başûr û Rojava de bi qufla Sayxis-Pîso hatiye girtin, îcar yê ku ev sînor girtîye ne aferîn jê re û wesselam!

Kurdistan

About The Author