Evdo û Çend Bêhnikên Şadîyê

devliken-faruqEz Evdo, Kurdê ne wek tu Kurdan, penaberê ne sîyasî. Ji ber zalimî û bêûjdanîya Xwedayê yekxwedayîtîyê hatime di Parîsa xopan re derketime.
Di 16 ê Adara 1988 an de jîyan li min bû dojeh.
Di 16 ê Adara 1988 an de dil û hestên min bi ber bayê jehra xerdalê ket û li ser axa Kurdistanê emirqutî bûm. Tenê ez û rebenê qalikê xwe ku ji kulmeke goşt û ji çend kîlo hestî pêk tê, xwe li Bîyanîstanê qewimand. Dil û hestên min li cem Nazenîna min man ku tenê carekê jî nebû qismet ez li ser sînga wê cot bikim û berên wê bidim hev û li tahma wan binêrim. Bê dil, bê hest, bi qalikekî vikîvala ber bi Bîyanîstanê ve pengizîm.
Gelî xwişk û bira, bi kurmancîyeke fesîh, zelal û têra xwe kevn, di 16 ê Adara 1988 an de ruh xatir ji min xwest, mirim…

fewaz
Dema min ev berhem xwend, min xwe li saloneke sînemayê hîs kir. Evdo û serpêhatîyên Evdo di hişê min de bû fîlmek ji wan fîlmên Hollywoodê.
Di xwendina vê berhemê de li ser baskên hestan siwar hatim û bûm senarîst, bûm derhêner, bûm lîstikvan, bûm temaşevan…
Sahne sahne ketim pey Evdo û bêhnikên wî yên şadîyê, lê her êşîyam êşîyam êşîyammm…
Bi rastî jî xwezka sînemavanekî-e kurd ev berhem wek fîlmekî sînemayê dîyarî sînemahez û kurmancîhezan bikira.

Evdo, kurdê ne wek tu Kurdan, penaberê ne sîyasî û di ser halê xwe de jî belengaz, ligel ewqas êş û keser, xwe da tengala min û ez birim di Yewnanîstana kevnare û qedîm re derxistim. Bi wê kurmancîya xwe ya pak û zelal ku bêhna bav û bapîrên min jê difûrîya, ez kirim mêvanê Xweda û Xwedawendên mîtolojîk ên Yewnanîstana dîrokî û xwedan efsane. Bi saya Evdo min gilî û gazinên xwe ku Xwedayê yekxwedayîtîyê her tim çav û guhên xwe jê re girtibûn, bir dergaha Xwedayên mîtolojîk ên Yewnanîstanê. Min destên xwe li ber Zeûsê qralê Xwedayan vekirin û çend bêhnikên şadîyê jê xwest…

Evdo, kurdê ne wek tu Kurdan, penaberê ne sîyasî û bi ser de jî belengaz, jîyana xwe ya derbeder û tijekeder û perîşan raxist ber çavên min û dilê min ne bi xwe, dilê min bi min şewitan, lewre Evdo dengê êş û keserên netewekê ye. Evdo Kurdistana di nav destê xwînmjian de nalenale û bûye çar perçe, bi xwe ye. Di kesayeta xwe de gilî û gazinên netewekê diqîre. Ji Xwedayê yekxwedayîtîyê hêrs bûye, lê Xweda ji ber hêrs û kîna wî qul bi qul direve…

Evdo ez im…
Evdo tu yî…
Evdo em in…
Evdo rastîya êş, bedbextî, bêxwedîtî û bêxwedatîya Kurdan e.

„Em hema ji axa bav û kalan koç dikin û li bajar û welatê dûr û nêzîk bi cîh dibin û parsa parîyeke jîyan û qeteke asîman dikin“
Evdo piştî 16 ê Adara 1988 an li kulmeke hewa paqij, li parîyeke jîyan û li qeteke asîman digere. Lê mixabin, Evdo bi xwe jî zane di 16 ê Adara 1988 an de jîyan lê serobino bûye û xwestek û daxwazên li pey, tenê xwexapandin e, dembihurandin e. Dê her tişt ji bo wî sar e, xav e, bê tahm e, lewre Evdo ji hest û hîsên herî pîroz bêpar e. Nîyhandin-kutan li Evdo çûye gilî û hew lê radibe. Bi gotineke din, Evdo ji mêranî ketîye û mirîye. Lewre ha tu ji wê hest û hîsê bûye, ha tu mirî yî, wek hev in…
Li Ewropayê di nav garana jinên bedew û nîyhandokî de bi çermikekî ku ji bilî mîzê bi kêrî tiştekî din nayê, qaşo dijî. Ev karesat bi serê xwe sedemek e ku here di gora Sedam Husên de qulekê veke û  bi wî çermikê xwe yî ji bilî mîzê bi kêrî tiştekî din nayê, tê re bibe û bîne û di xeyalê xwe de silsila Sedam Hûsên bilewitîne, namûsê lê bike gurzeke bexdûnis…

Di 16 ê Adara 1988 an de dinya li ser serê Evdo hilweşîyaye. Di berhemê de ji bo Evdo bêhnikên şadîyê ne xwarin, ne vexwarin û ne jî ger û geştîya dinyayê ye. Ji bo Evdo bêhnikên şadîyê, bêrî û bêrîkirin e. Belê bêrîkirina salên berî 16 ê Adara 1988 an e. Lewma jî di bêhnikên şadîyê yên piştî 16 ê Adara 1988 an, Evdo tenê xwe dixapîne û di her bêhnikê de tahm û xweşî û şadîya berî 16 ê Adara 1988 an xwe li bîr û hişên wî diqewimîne.
Evdo di rengê şad û kêfê de her tim gilî dike, gazinan dike ji Xwedayê yekxwedayîtîyê…

Berhem têra xwe serkeftî ye û bi zimanekî xweş, dewlemend û têra xwe stewyayî hatîye honandin. Di xwendinê de mirov nasekine, natengije. Ji şêwaza nivîskêr a estetîk û ji tahma zimên mirov bi çargavî dibeze, mîna hespek li berîya Mêrdînê hicacê bi dû xwe bixe û li xwe ho venede…
Fewas Husên di vê berhemê de kesên bi çavekî biçûk li kurmancî û wêjeya kurmancî dinêrin, keremî ser sifra zimên dike û tahma kurmancîya resen, qedîm û têra xwe dewlemend bi wan dide naskirin. Bi kurmancîyeke dê û bav û kalên me pê dipeyivin honaye ku zimanê qaşo akademîk ê akademikvanan li ber sar û lal dimîne…
Her çiqas cîh cîh nivîskêr xwestîye Evdo li nav pêlên erotîzmê biqewimîne jî, malkambaxîya 16 ê Adara 1988 an ku çermikê nav nigên wî pûç kiribû û hew hiştibû lê rabe, hestên nivîskêr diqurmiçîne, nahêle em tahmekê ji wê erotîzmê bikin.

Encam:
Fewaz Husên berhemeke qerase dîyarî kurmancîhezan kirîye.
Serê me ji ber zimên bilind kirîye.
Bê pere û bê mesref em li Yewnanîstana qedîm gerandîye û bi Xweda û Xwedawendên mîtolojîk re kirine destbirak.
Cîh cîh li ser nezanî û belengazîya me gazin hene…
Bi ya min, ev manîfestoya êşê ya netewekê ye…

Rexne:
Divê Fewaz Husên tenê carekê Nazerînê kiriba mêvana xewneke Evdo ya şehwetîk û erotîk û hiştiba Evdoyê min mîna gao reşo te çi xwar, li ser sîng û berên Nazerînê biçêre…
Heyf!

About The Author