Heke rast be xwedê da me

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan nameyek germik û nermik ji serokê Kurdên dinya û axretê serok Barzanî re şandiye û vê nameyê Kurd xistine nav kelecanê.

barzani ocalanLi gor sîxurên objektîf û sûbjektîf ên Partî Demokratî Lotikxane dibêjin, dibêjin başqanê me di nameya xwe de gotiye: „Birêz Barzanî, ez cenabê  te wek serokê milletê Kurd yê herçar parçeyên Kurdistanê dihesibînim û xwe jî wek pêşmergeyê cenabê te dibînim,  hêvîdarim wê haya we ji gerîlayên PKK-ê hebe, hûnê jiyana wan biparêzin û nehêlin jiyana wan bikeve xeterê“ filan û bêvan.

Ev nûçeya qerase ji alî hinekan ve wek „derew“ û lotikek virt û vala hat nirxandin, ji alî hinekan ve jî wek lotikek rasteqîn hat destnîşankirin. Lê berpirsê têkilîyan yê PKK Zagros Hîwa şik û guman di serê kesekî de nehişt, lotika başqanê me piştrast kir û gor: „Bi şeş telaqên jinberdanê raste, başqakê me me ev lotik avêtiye“ filan û fîstan.

Zagros Hîwa gotiye: “ Ocalan ew name bi awayekî devkî û bi rêya wan heyetên [BDP-ê] ku serdana wî kiribûn ji Barzanî re şandiye û naveroka wê raste. Niha nêzîkbûnek baş di navbera Barzanî û PKK-ê de heye û ev jî wê bandorek erênî li pêvajoya aştîya li bakurê Kurdistanê bike“ filan û xeftan.

Axir, heke ev lotika başqanê me rast be û xwe wek pêşmergeyê serok Barzanî bibîne, wele xwedê da me. Na heke wek taktîk, fen, fût û dek û dolabên berê be, wele xwedê ji Kurdan stend.

Îcar we go çi cîgerim, gelo başqanê me ji „dil û kezebê“ Barzanî wek serokê herçar parçeyên Kurdistanê û xwe jî wek pêşmergeyê wî dibîne, yan ji qirikê û berjor de ye?

Duhok

About The Author