Vê fersendê bernedin zimanzannoooooooo!

-Joanna-Pena2Lotikvana germik û nermik, delala ber dilê xortên 18 heta 80 salî, bedewa tenûrgerm û doxînsist Joanna Pena, ji zimanên biyanî pir hez dike û hema bêjin dixwaze her zimanî fêr bibe.

Joanna Pena, van heyaman hilfa xwe berdaye ser zimanê Kurdî (bi taybet zimanê Kurmancî çunkî ku Kurmancî fêr bû û pêveka „kan“ bi dûvikê Kurmancî vekir, otomatîkmen Kurmancî dibe Soranî. wek: Kurde“kan“, xwarine“kan“, lotke“kan“, zimane“kan“) filan û fîstan.

Joanna xanim ji bo fêrbûna zimanê Kurmancî, serî li „Balyozxaneya Partî Demokratî Lotikxane – Îspanya“ da û nameyek fermî û mohrkirî (mohra her du lêvên wê) radestî balyozê me birêz Zirto Kurê Virto kir.

Joanna xanim di nameya xwe de dibêje: „Birêzan, zimanê Kurmancî zimanekî nazik û seksî ye. Bêhna erotîzm û merotîzmê jê difûre û ev jî kelecanek mezin dide min karxezalê. Ez dixwazim di demek pir kin û kurt de hînî Kurmancî bibim. Lê naxwazim biçim dibistanê û wextê xwe badilhewa derbas bikim. Ez li mamosteyekî qerase digerim ku hema zimanê xwe têxe devê min, zimanê xwe li zimanê min xe û yekser min hînî Kurmancî bike“ û ajotîye.

Mamosteyekî ku zimanê xwe têxe devê wê, zimanê xwe li zimanê wê bigerîne, bialîne û zimanê wê balêse!?

Îcar em jî bang li mamosteyên zimanê Kurmancî dikin:

Kezebno, dilê Joanna Pena xanimê nehêlin, heke zimanzanên „zimanalês“ di nav we de hebin, nesekinin, xêrekê bi dê û bavê xwe bikin û Joanna xanimê hînî Kurmancî bikin gidî….

-Joanna-Pena4

 

-Joanna-Pena6

About The Author