PDK-Bakur û “rêbaza Barzanî rêbaza me ye”.

nuri KopieEv demek dirêj e ku ez dixwazim li ser gotina “rêbaza me rêbaza Barzanî ye” “em li gor rêbaza Barzanî tevdigerin” binivîsim. Kesên ku li ser navê xwe yan rêxistina xwe van gotinan dikin, dibêjin qey tiştek nû xuliqandine!

Ez bi xwe di wê qeneetê de me ku ev kesana bixwe nikarin naveroka gotinên xwe dagirin. Îcar ger em van gotinan bidin ber bernamên partiyên wan, emê hê baştir bibînin bê ka çiqasî ev gotinên wan di cîh dene.

Ez dixwazim van gotinan bi bername û tevgera PDK-Bakur re miqayese bikim. Bela hin kes di nav PDK-Bakur de hene ku gotina “rêbaza me rêbaza Barzanî ye” di devê xwe de kirine benîşt û ha ha dicûn. Ez dixwazim di vê nivîsê de bînim ser zimên ku ti rêbaza Barzanî ya îdeolojîk tuneye û hetta di hin deman de Barzaniyê mezin li gor bernameya partîya xwe jî tev negeriyaye.

PDK_Bakur Kopie

Di vê derbarê de ez karim gelek mînakan bidim. Ez jî wek kesekî ku ji pêvajoya TKDP hatime, karim pir bi hêsanî îdîa bikim ku me ti wextî barekî wiha li Barzanîyê mezin nekir. Me nekir ji ber ti rêbaza Barzanî tineye.

Barzanî serok û qehramanekî wilo ye ku di her şertî de serî ji dijminê xwe re dananî û ala şoreşê hertim bilind kiriye. Gava mirov jiyana Barzanîyê mezin di ber çav re derbas dike, mirov xisûsîyetên wî yên rêveberîyê bi hêsanî di her qonaxa jiyana wî de dibîne. Lê ti kes nikare îdîa bike ku ji bilî berxwedan û qehremanîyek mezin, ti berhemên Barzaniyê mezin ên îdeolojîk hene.

Îcar ger mirov li ser vî esasî şîrove bike, wê mirov bibîne ev kesên ku dibêjin rêbaza me rêbaza Barzanî ye, yan mebesta wan bi rêbaza Barzanî, jiyanek wek a Barzanî, yan jî mebesta van ji tarîfa rêbazê ew e ku jiyana Barzanî ji xwe re wek rehberekê digrin. Ger mirov van her du îhtîmalan wek rastiya van insanan li ber çav bigire jî, wê mirov bibîne ku ev însan bi xwe re di nakokîyan dene. Bela tarîfa rêbazê ev e: Bernameya siyasî. Yanî afirandina îdeolojîk.

Ger mirov bi vê heqîqetê tev bigere, mirov nikare îdîa bike ku rêbaza Barzanî heye. Bela rêbaza partiya Barzanî rêbazek mihafezekar demokrat bû û em tev jî baş zanin ku rêbaza mihafezekar demokratan, ne Barzanîyê mezin afirandiye. Lê Barzanîyê mezin di temamê jiyana xwe de nebe jî, ew hertim wek demokratekî mihafezekar tev geriyaye. Îcar ger em vegerin ser îhtîmala diduyan, emê pir bi hêsanî bibînin ku ev biraderên dibêjin “rêbaza me rêbaza Barzanî ye”, gelo ka wan di jiyana xwe ya siyasî de çiqasî hewl dana ku jiyanek vek a Barzanîyê mezin bijîn.

Ger ez PDK-Bakur wek mîratxwerê TKDPê bi nav bikim û van kesên îdîa dikin ku ew jiyana Barzanî ji xwe re rehber dibînin jî beşek ji ya TKDP bibînim, ezê neheqî li Barzanîyê mezin bikim. Ji ber di dîroka TKDPê de, ji bilî sala 1977 û 1981an (di vê demê de TKDP-KUK di kongrêya 1977an de bi helwesta jibo Kurdistanek serbixwe, şoreş û çepîtî xist bernama xwe), ti demê TKDP şoreş ne xistiye bernameyên xwe.

Her çiqas bernameyên herdu partiyan bişibin hev jî, ti elaqa wan bi şeklê jiyana Barzanî tinebû. Hele go mirov PDK-Bakur û bernama PDK-Bakur bi jiyana Barzanî re miqayese bike, wê mirov bibîne ku ev kesana ne tenê neheqîyê li xwe dikin, her wiha niheqiyê li Barzanî jî dikin. Ji ber PDK-Bakur ji sala damezrandina xwe û heta niha, şoreşê deynin alîkî, xwe ji mahciriya Ewrûpayê xelas nekiriye. Ji ber wê jî ger ev kesana dixwazin siyasetê bikin, berî her tiştî divê dev ji xapandina xwe bi xwe berdin û wek ciwamêran şoreşê têxin jiyana xwe.

Divê em tev baş zanibin ku gava hûn dibên rêbaza Barzanîyê mezin, her kesek bi we dikene ji ber Barzanîyê mezin li sirgûna Rûsya jî, hertim vegera welêt û destpêkirina şoreşê di hiş û xeyalên wî de bû. Gelo çi xeyalên we jibo şoreşê hene? Ji bilî ku hûn di malperê xwe de bêjin “rêbaza Barzanî rêbaza me ye” çi rê û rêbazên we hene? Yan jî, heta kengî hûnê li ser rêbaza Barzanîyê nemir biçêrin û wê rêbaza ku nîşan û sembola berxwedan û şoreşa gelê Kurd e, di devê xwe de bikin benîşt û bicûn?

Bi kurt û Kurmancî; “rêbaza Barzanîyê nemir” rêbaza berxwedan û şoreşê ye. Yan bêrêzîyê li himber Barzanîyê mezin nekin û rêbaza wî ji xwe re nekin benîştê devê xwe, yan jî madem hûn behsa rêbaza Barzanî dikin û bi xêra wê rêbazê siyaseta rojane dikin, dev ji dirûtiya gotina ‘’ Rêbaza Barzanî  Rêbaza Me ye’’ berdin, berê xwe bidin welêt, plan û projeyên şoreşê di hiş û xeyalên xwe de çêkin û piştre bêjin: “Rêbaza Barzanî rêbaza me ye”.

Yan na, bawer bikin hûnê jî wek “legleg”ê temenê xwe bi “leq leq”ê derbas bikin…..

About The Author