Kek Nêçîr eynen wek Lotikxanê axivî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kek Nêçîrvan Barzanî, di merasima îmzekirina girêbesta çêkirina kempa zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê de diyar kir ku xwendin û perwerde ji bo Kurdan ji her tiştekî din girîngtirin û destnîşan kir, divê reformên bingehîn di sîstema perwerdeya Herêma Kurdistanê de bê kirin.

necir xwendin Kopie

Wele kek Nêçîr Lotikxane jî sedî sed wek te difikire.

Xwendin û perwerde!

Tiştê ku nezanî û nexwendinê anîye serê Kurdan dijminê wan jî neanîye serê wan. Dijmin her cûre asteng derxistin pêşberî Kurdan da ku nexwînin, zana û bîrewer nebin û wek dahbeyên serê çîyan bijîn.

Belê, xwendin û perwerde!

Lê perwerdeyek Kurd û Kurdistanî!

Perwerdeyek netewî û xwenasî!

Perwerdeyek lotikvanî û Kurdewarî!

Ne xwendin û perwerdeyek teqlo meqlo ha, eman eman…..

Duhok

 

About The Author