Pêvajoya yekalî!

selahattin celikEm baş dizanin ku artêşa tirk li ser kuştin an jî birîndarkirina leşkerekî êrişî xaka Kurdistana Başûr dike û bi behaneya baregehên PKKê newal û çiya û jîngehê bombebaran dike, dibe sedemê mirin, herifandin û koçberiyê. Encamên wan êrişan hêj bi giştî nehatine berhevkirin.

Sûriyê firokeyeke şer a Tirkiyeyê bi ser deryayê de anî xwarê û du pîlotên tirk kuştin. Li Reyhanliyê 50 Tirkên sîvîl hatin kuştin. Serokwezîrê Tirkiyeyê bi awayekî gellek eşkere da pêş ku Sûrî li pişt wê komkujiyê bû.

Pirs: Yên li himberî Kurdan hewqas ”mêr” û êrişkar, çima li himberî Sûriyê nikarin dengê xwe derînin? Ma ”egîdiya” dewleta tirk tenê ji bo Kurdan e?

 

Ben di destê DYA û Rûsyayê de kom dibin

Li Sûriyê hejmara miriyên şer daye ber deriyê 100 hezarî. Serokên olî yên Şiî û bi taybetî yên Sunnî bi Cihadê sonda hevûdin dixwin. Di şerê xitimî de pêşketinên dawî yên rejîma Baasê planên gellekan tevlîhev dikin. Yek ji wan Tirkiye ye. Wisa dixuye ku xewna “Osmaniyên Nû” dipelişe. Hikûmeta Tirkiyeyê bêdeng e. Ji qama xwe borîbû. AKP di polîtîkaya xwe ya herêmê de bi guhertinan re rûbirû ye.

Helwesta Tirkiyeyê êdî tam bi biryarên sîstema hevalbendên wê ve girêdayî ye. Bêçareseriya pirsa Sûriyê pêşdestî û diyarkeriya DYA û Rûsyayê dide pêş. Konferansa Cenevrê (di Tîrmehê de) di nav korerêyan de weke hêviyê tê rojevê. Qels be jî, bendewarî bi pêvajoyeke aştiyane ya guhertina desthilatê heye. Tevî gefxwarina dijhevî, dibe ku hûtên serdestên dinyayê li civîna G-8 ya li Îngilîstanê bûyerê di nav xwe de bipêjin. Eger ne, tofan li ber derî ye.

Şiklê boçûna bûyeran bandora xwe rasterast li Kurdên Rojava dike. Heya vêga serkeftî ne; nebûn hevalbendên partiyên şer, deverên Kurdan ji rûxandinê parastin. Eger bikaribin di pêvajoya siyasî de cih bigirin, wê ev bibe serkeftineke mezin.

 

Bûyera “çareseriyê” dizivire leyistika zarokan

Şandeya BDPê piştî ji Îmraliyê zivirî, berê xwe da Qendîlê. Em hêj nizanin ka di tûrikê wan de çi heye. Lê tiştên edî baş tên zanîn hene: Ev çar-pênç meh in ku Kurd gav li ser gavan diajêvin, lê ji aliyê hikûmetê ve çepilek jî naheje. Ev encam ne tenê rexnegirên pêvajoyê, lê bilbil û reqsvanên wê jî dixe nav şik û gumanan.

Gotûbejên li ser makezagonê xitimîne. Bi daxuyaniya fermî ya hikûmetê; efûya giştî ne di rojevê de ye. Hikûmetê li ser “Zagona Zivirîna Malê” guhertinên bêwate dane ber xwe. Ku ev zagon şiklekî “Zagona Poşmanbûniyê” ye. Di van şert û mercên Tirkiyeyê de ji bo zimanê kurdî bendewarî tenê xewnek e. Wisa dixuyê ku Kurd di meşandina pêvajoyê de bi serê xwe tenê mane. Pirs ev e; heya kengî xwexapandin?

 

Gef û qebûxwestin e, yan jî zirt e?

Serokê BDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku ji bo bicihanîna sozên xwe, du hefte mohlet dane hikûmetê!

Ev gef e, an jî tenê zirt û henek in? Mînakên borî hene, gellek caran dest avêtine şûrê xwe, lê hima dûvre gotinên xwe alastine. Ne tiştekî zehmet e ku mirov hizir bike ku hikûmetê bi rêya MITê ji Ocalan xwestibe ku Kurd ji xwepêşandanên rojane dûr bimînin. Em bi kelecan li benda tijîbûna 15 rojan û ragihandina rayedarên BDPê ne.

 

Nakokiya konferansên PKKê

Ocalan di nameya xwe ya Newrozê de daxwaza konferansan kiribû. Bi ferman li Enqere, Amed, Bruksel û Hewlêrê konferans hatine organîzekirin û ya serî di Gulana borî de bûye jî. Ya duyemîn di dema amadekirina vê nivîsê de li Amdê li dar bû. Mirov dikare çaverê bike ku yên din jî wê pêk bên.

A yekemîn bi piştgirî û tevlîbûneke mezin a rewşenbîrên tirk lidarketibû. Lê rexneyên wan ên hişyarkirinê hebûn: Civînê derbarê pirsên civakî yên Tirkiyeyê û polîtîkayên hikûmeta AKPê de têr vîn û hestyarî nîşan nedabû.

Bêguman konferans watedar, bikêr û girîng in. Lê kêmasî û nakokiyên mezin ên kevneşop û kangrenî berdewam in:

Tevî tevlîbûneke mezin û berfireh jî, encamên konferansan ne berhema beşdaran in. Bernameyên amadekirî û dirûşmeyên pêvajoyê – bidil an jî bêdil – tên pejirandin, hewqas. Di civînan de ti kes nikare pêvajoyê û aktorên wê, bi taybetî jî Ocalan an jî PKKê, rexne bike. Civîn tenê dibin nîşana xwetêrkirin û propagandayê. Weke ku kevneşopeke 20 salî xwe dubare dike. Şik û tirs heye ku qedera van civînan jî wisa bibe. Divê di guh de guhar be: Şertê yekemîn ê serkeftina konferansên demokrasiyê, ji demokrasiyê bawerkirin e.

 

Serxwebûnxwaz û xweserîxwaz

Di 1986ê de cara yekemîn bû ku PKKê îdiaya xwe ji bo hemû Kurdistanê dida der û dikir bername. Biryara kongreya 3. bû. Mejiyê me hinekî tevlîhev kir, ji ber ku ji bo endamên kongreyê pêkanîna biryarê hêj mijareke dûr bû.

PKKê li seranserê Kurdistanê xwe weke hêza sosyalîst û serxwebûnxwaz, ên din jî (PDK û YNK) weke “neteweperestên kevnare, feodal û burjuvaziyên biçûk ên xweserîxwaz” bi nav dikirin û ew bi hevkariya hezên serdestên Kurdistanê tawanbar dikirin. Ka li vê nakokî û rûreşiyê binêrin ku “kevnare û burjuvaziyên biçûk” dewletbûn, federasyon û xweseriyê dixwazin, lê serxwebûnxwazên berê vêga ji “kevnaran” gellekî bi paş ketine.

Dîsa jî PKKê dev ji îdiaya xwe ya nûnertiya hemû Kurdistanê bernedaye. Wateya hebûna PÇDK, PJAK û PYDê ev e. PKK dixwaze li hemû beşan cih bigire û çiqas bi bandor bibe wê zêdetir bixwaze, berdêl çibe jî.

Tevlîhevbûna siyaseta Kurdan dibe ku rastiya pirsa kurd e û encameke bivênevê be. Lê divê têkilî li ser bingeha demokrasî û piştevaniyê bin. Çawa PKK ji xweşbînî û derfetên ên din xêrê dibîne, divê li wê jî bê ferzkirin ku qad û derfetên xwe ji yên din re veke. Hêvî ev e ku ew têkiliya binxêzkirî û pêwîst di demeke kurt de bigihije tevger û dezgeheke hevpar û girêder.

Rûdaw

About The Author