XWARİNA WE PÎVAZ VEXWARİNA WE GAZ BE !

Li ser bextê fesad û zindîqên paşverû be, dibên Recebo ferman daye ku gazeke taybet bê çêkirin. Gaza bê çêkirin him helale û him jî pîroze, netirsin !

behna pis Kopie

Formula gazê: Vir û derewên Melîh Gokçek, fisên Bulent Arinç, tayek simbêlê Evilqadirê Aksu, wê bi mîza Huseyîn Çelîk, Ocalan, Sirî Sureya û Silhedînê me  bê sitrandin. Wê paşê piçek zîrça mirîşka reş tev lê bibe, ev têkel wê sê meha li grava Îmralîyê di bin kontrola Ocalan de bê veşartin. Piştî meyandina gazê, wê heyeta BDPê bi dêrindêz bîne radestî Recebo bike.

Ev gaz bi fetwa serokê dîyanetê êdî helale û ji bo Kurdan, Elewîyan û Tirkan pîroz e. Heçê bi gazê rûyê xwe bişo wê biçe bihuştê. Çimkî di vê gazê de têkarîya hemû sermezinan heye.

Bêjin “ Ev gaz çi xweşik e “

Bêjin “ Bêhna vê gazê teberik e “

Bêjin “ Xwedê vê gazê li ser me kêm neke “

Bêjin “ Kî ji vê gazê acizîyê bike ne ji me ye “

Bêjin “ Xwarina me pîvaz be, vexwarina me gaz be “

De êdî hûn zanin, çawa dikin bikin ji min re çi lo…

About The Author