Milyonek û ne tiştek canekem

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa li bajarê Hewlêrê bi milyonek dolar malek (xanîyek) kirîye û kêf kêfa wî ye.

rwan Mistefa_1Li gor saloxdanên sîxur û ajanên eşîreta Lotikxanê, dibêjin xalê me Noşîrwan Mistefa cot û paleyî kiriye û ew milyon dolar qezenc kiriye. Û hinek jî dibêjin „Na wele xalê me Noşîrwan bi lotto, totto û ya nesîb lîztiye û jê re milyonek dolar lêketiye“. Û tew hinek jî dibêjin „De wêde herin lo, na wele çend bîdon petrol bi qaçaxî firotiye û ew pare qezenc kiriye“. Û hinek jî dibêjin „Yaw dev ji van çîrok û çîvanokan berdin kaka, xalê me Noşîrwan ew pare wek alîkarî ji Îranê stendiye, ma xizmetkarî belaşe canekem“ filan û bêvan.

Axir, birastî lo, ew milyon dolar ji ku hat? Ev kanî ji ku beliqî kaka? Yan xalê me Noşîrwan xezîneyek dîtiye û ji kesekî re nabêje? Gava meriv bi milyon dolar xanîyan bikire û alemê bi gendelîyê tawanbar bike, çiqas exlaqîye? Bila vê jî Gorançî kakacanên me bêjin..

Ê de xanîyê te pîroz û bimbarek be xalê Noşîrwan!

 Zaxo

About The Author