Dilbixwînê me mohra xwe li ser qûna Zuhbî xist

Di televîzyona Rûdawê de, Dilbixwîn, Kezeb û Gurçikbixwîn, hevpeyvînek dîrokî bi wezîrê ragihandinê yê rêjîma Sûrîyê (Umran Al Zuhbî) re çêkir û bi qesem mohra xwe li ser qûna Zuhbî û serokê bavê Zuhbî xist.

Di dema ku hîn Sedam li ser xwe bû û lotikên bê-îman li vî alî û wî alî didan, dibêjin yekî biyanî (tûrîst) di wê qirçîna germa havînê de, li Bexdayê bûye mêvan û li cadeyekê li yekî Iraqî rawestiyaye.

Yê iraqî jê re li ser rewşa Bexdayê daxêve: Ya exûyî, Bexda gelekî germ e! Germa wê bêhna insana diçikîne! Ji toz û bahozê çavên mirovan venabin, gemar e! û ketiye nav de, diçirîne û bi xerabî li ser Iraqê jê re şirove dike.

wezire suriDema li dora xwe dizîvire, dibîne ku yekî mûxaberat (asayîş) li tenişta wî sekinîye û lê guhdarî dike. Êdî ji tirsa, ba di zik de namîne û ziravê wî diqete, li biyanîyê xwe vedigere û gotina xwe pêre berdewam dike: Ev tiştên ku min ji te re gotin, berî şoreşê bûn (mebesta wî şoreşa Baas e) lê piştî şoreşê û bi saya emir dirêj bavê Ûday (Sedam) hemî tişt hat guhartin, yanî, ew toz û bahoz nema, alhamdila û şukur! Germ kêm bû, cadeyên Bexda di nîvê meha Tebaxê de, ellawakil ellawekil ji cadeyên Mosko hêniktir in! Niha ev xwêdana ku tu li min dibînî, ne ji germa ye, erê ne ji germa ye haa! û di dilê xwe de dibêje: Xera bi  eslek ya Sedam, kulha min xofek!

         Her ku Dil û Ziravbixwîno pirsek li ser Kurd û çewsandina mafên wan ji Umranko dikir, ewî digot ku ew dem berî şoreşê bû (mebesta min şoreşa gelê Sûrîyê ya niha). Welleh mero bextê xwe xera neke, ewî silava Dil û Hinavbixwîno bi Kurdî vegerand haaa! Got ku ew li tara Ruknidîn li Şamê di nav Kurdan de mezin bûye, ji wilo jî gelek gotinên Kurdî jî dizane. Ez ji bîr nekim, tiştekî din jî got. Got ku peywendiyên wan bi hemî Kurdan re wek rûnê li ser hingiv e! Wey maşalah û mala Xwedê ava! Li vê ecêba kesnedî!

Law, birakê dil û canbixwîno! Insan diçe bi saxan re hevpeyvînan çêdike, ne bi miriyan re cîgerim! Ma qey ruh di rêjîma Bişarko de maye babam! Rêjîmek ku bi balefirên Mîg, roketên Sikûd û kîmyayî li miletên Sûrîyê dide, kevir li ser kevir nehiştiye, rêjîmek ku ne di dîroka kevn de û ne di ya nûjen de nehatiye û ev karê durinde nekiriye, bi sedhezaran insan hatin kuştin, bi milyonan reviyan, li hundir û derve koçber bûn, tu jî ji nûve hatiyî bi Umranko re hevpeyvînan çêdikî? Gelo hêvî di miriyan de heye?

Ez bi telaqê jina Umranko kim, bi paqên kezîzera Bişarko kim, ew doqoyê qereçî îro roj li xwe danayne hevpeyvînek wilo bi peya û siwarên vê rêjîma faşist re çêke û bixe ser ekranên televîzyon û melevîzyonan. Ez nizanim, bê çima birakê Dil û cegerbixwîn, ewqas ji vê hevpeyvînê, bi keyf û eşq bû û ewqas reklam jê re dikir!

Dibêjin, mamûrekî hikûmetê, piştî teqaûd dibe, diçe dikanekê vedike û paporên xerabe çêdike (diselihîne). Yekî ku zimanê wî nîvlal û wî nas dike, li dikanê wî dibîne û hema dibe pifpifa wî û jêre dibeje: Ppppiştî sssî sssalî bbi gggirefêt û bbbbedil, ttttu nû hhattiyî pppifpif li ppaporan ddidî?

Îca piştî ku hemî xelk û dewletan xwe ji rêjîma Bişarko dûrxistine û rojê hezar û pênsed tif û naletan lê dikin, taze-taze Dilbixwîn Dara hatiye bi vê rêjîmê re hevpeyvînan çêdike. Ew bi xwe jî dizane ku eger ev rêjîm, ne di vê rewş û tengasiyê de ba gelo wezîrekî vê rêjîma genî wê qîma xwe banya ku bi televîzyonek Kurdî re hevpeyvînan çêbike?

bahozaqendile@gmail.com

Kurdistan

About The Author