Ji bo çapemenî û raya giştî ya Kurdistanê

Em,  Şêx Seîd û Rêhevalên wî yên ku di serê avakirina Komarê de, li hemberî înkara telebên însanî û Îslamî yên xelkê Kurdistanê serî hildan û di vê riyê de ji aliyê Rejîma Kemalîst ve 88 sal berî niha bi dardekirinê ve hatin Şehîdkirin, bi rehmet û minnet yad dikin.

insiyatifa azadiÇu meşrûiyeta qerarên îdamê yên ku ji hêla “Mehkemeyên Îstiklalê” ve hatine dayin, tuneye.

Meşa azadî û edaletê ya xelkê Kurdistanê li hemberî rêvebiriya Osmaniyan dest pê kiriye, di serdema Komarê de dewam kiriye û niha jî her berdewam e.

Siyaseta îmha û înkarê ya Kemalîstan bi Qoçgiriyê dest pê kiriye, di 1925an de gihîştiye zîrweya xwe û di salên 1937-1938an de jî tevî qirkirina Dêrsimê, bi dagirkirina Kurdistanê gihîştiye encamê.

Zilma jendermeyan a salên heftêyî, zilma esker, polês û JÎTEMê ya ku di salên heştêyî de dest pê kir û di salên nodî de jî gihîşte zîrweya xwe; bi neheqî, sirgûn, înfaz, şewitandina gundan kete dîrokê.

Herî dawîn jî, di encama vê de hêzeke eskerî ya dewasa li Bakurê Kurdistanê binecih bû. Ji bo “Meseleya Kurdistanê” ya ku wekî “Pêvajoya Aştî û Çareseriyê” tê binavkirin bi rastî jî bigihê encamekî; divê mafê Xelkê Kurdistanê yê ku di welatê xwe de erka siyasî bi dest bixin û rêbeviriya xwe bi xwe bikin bête qebûlkirin. Herwiha, divê hegemonyaya Komara Tirkiyeyê ya Kemalîst ya li Kurdistanê bê dawîkirin û li ser esasê edalet û wekheviyê çareseriyek ji meseleyê re bê dîtin.

Bi vê wesîleyê, em hemî kesayetên ku di temamê tarîxê de ji bo azadî û mafê xelkê Kurdistanê bedel dane û şehîd bûne, bi sipasî û minnet yad dikin. Em, alim, arif, mucahid, şehîd Şêx Seîdê û Rêhevalên wî yên Doza Pîroz yad dikin û Cenabê bala yê Xwedayê alemê lava dikin ku şehadeta wan ji bo azadiya xelkê Kurdistanê bibe wesîle. Li Gel Silav û Rêzên Me…

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê/ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ

About The Author