Wey li ser xêrê be Mêrdîna rengîn!

Li bajarê Mêrdînê beşa Peymangeha Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, di dîroka bakurê Kurdistanê de yekemîn car mezûnên xwe da.

artuklu

Xwendekarên Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, mezûnîyeta xwe bi coşî pîrozkirin û kumê xwe yê mezûnîyetê avêtin hewayê û ji kêfan re dan lotikan. Di vê mezûnîyetê de 500 xwendekarên serketî bawernameya xwe stendin û bûn mamosteyên zimanê Kurdî.

Birastî ev lotikek pîroz û bimbarek e. 500 xwendekar bûn mamosteyên zimanê Kurdî û wê ji niha û bi şûnde zarokên Kurd hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bikin.

Em wek şagirt û mamosteyên Zanîngeha Partî Demokratî Lotikxane van 500 mamosteyên xwe pîroz dikin û ji wan re lotik û zîtirkên xurt dixwazin.

About The Author