Hêlînka me zilamekî çawa dixwaze?

Hêlîn Avşar (xuşka Hulya Avşar ku xwedêgiravî bi koka xwe Kurd in), piştî ku dev ji yarikê xwe Hakan Baş berda, bê xiyar û tirozî maye û xuyaye çavê xwe li qeraseyekî din digerîne.

helin-avsar KopieHêlînka me ji çapemenîyê re behsa zilamê ku ew dixwaze û li gor dilê wê ye dike û dibêje: „Ez di têkilîyên xwe de carna êrîşkar û carna jî wek pisîka mûdî me. Zilamê ku bixwaze têkeve jîyana min, divê bi surprîzan dagirtî be, divê maceraperest be, divê karibe li ser lingên xwe raweste, teqez divê sporê bike (ji bo ji mêranî nekeve). Û ya herî girîng jî divê wêribe bi min re şer û pevçûnê bike. Divê bi her gotina min neke û ne „serpîrek“ be. Ez zêde ji zilamên nazik hez nakim (yanî şehweta wê zêde nake). Kes newêre li xwe mikur bê, lê tiştê ku têkilîyê li ser lingan dihêle „seks“ e. Ango lotik û motik in. Seks tunebe ne evînî didome û ne jî zewac. Ez xwe bedew nabînim, lê mê û seksî dibînim“ filan û fîstan.

Aha Hêlînka me qerase û xiyarekî wilo dixwaze gelî xwendevanan.

Heke hûn bi xwe bawer bin, sporhez, maceraperest, hinekî maço û ne serpîrek bin, nesekinin, li derîyê Hêlînka me xin û têkevin hindur. Tew ji xwe ku hûn ji seksê, ji lotik û zîtirkan hez bikin, xwedê da we ellahwekîl.

Ê de haydê, qewet be ji we re qurban.

Bilezînin berî go xiyarekî din têkeve dora tenûra Hêlînka me yabo qurban…

Stenbol

helin-avsar2

About The Author