DÎSA NIŞADIR DI QÛNA HİNEKAN DANE

Hûn hemû zanin û di televizyonan de temaşe dikin, boxeyên ku derdixin arenayê wek gurê har in. Êrîşê matadoran dikin, arenayê li temaşevanan dikin dojeh. Boxe ne ji kêfê wilo dikin, şewata nişadira ku di qûna wan dane wan wilo dîn û har dike.

matador KopieVan rojên dawî dîsa hinek kes wek boxeyên arenayê dikin bore bor, dev û dora xwe xerabe dikin. Çimkî Kemalîzmê bi nişadirê qûna wan miz daye, bera kolanan dane. Her çiqas bi diruşmeyên çepgirî biqarin jî, armanca wan ji bo derbekirinek leşkerî û faşîstî ye.

Li xaka Kurdistanê xwîn wek çema herikî, kevir li ser kevir nema hate wêran kirin, hemû bê deng bûn. Qey teze hişê wan hat serê wan ?! Ji bo Kurdan ji xwe re bikin şirîk, bêar dibêjin “ berxwe bide Gezî, berxwe bide Lîcê “ .

Law em zanin ew şewat û pizota bi qûna we ketiye ne ji bo Kurdan û demokrasiyê ye. Ew şewata nişadira Kemalîsta ye, we dîn kiriye. Kemalîstên Kurd û Tirk dîsa di lîstikek qirêj de govend girtine.

Em jê hez bikin an hez nekin kargerîyek sivîl heye, ev ji zordarîya leşkerî baştire . Bila kes  qe şa nebe, em rê nadin ku derbeyek leşkerî bê çêkirin û Kemalîst serbikevin. Derdestkirina  Muhammed Mursî’yê Misrê bila mijîyê we veneke, ku hûn tiştek wisa bikin emê bi şîşan qûna we dax bikin elahwekîl…

About The Author