UNA Kurd û lotikek pîroz

“Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî – UNA-Kurd e.V”

Kurd, bi taybet jî Kurdên li Ewrûpayê muhtacî lobî û dostên Ewrûpî ne. Heta Kurd li welatên rojava û herweha li temamê dinyayê lobîyan û dostan ji xwe re çênekin, wê nikaribin di armancên xwe de bi serkevin. Çi partî û rêxistinên Kurd dibin, çi komele û yan jî kesayetên Kurd dibin, divê herkes ji alîyê xwe ve bixebite ku dostan ji Kurdan re çêkin û bi rêya wan dostên xwe armanc û doza milletê Kurd bi dinyayê bidin naskirin û qebûlkirin.

Yek ji wan komeleyên ku dixwaze bi rêya lobî û dostên Ewrûpî dengê milletê Kurd bigihîne dem û dezgehên Ewrûpî, UNA Kurd e. Ango, Komela Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî – UNA-Kurd e.V”. Navenda wê li Almanya bajarê Berlînê ye.

Serokê UNA Kurd kekê me Giyasettin Sayan û serokê duyemîn jî Christian H. Zimmermann e. Herweha di komîta kargir de gellek kesayet û siyasetmedarên Kurd jî cîg digirin.

Neues Bild2

UNA-Kurd dixwaze wek rêxistinek serbixwe ya nehikûmetî (NGO) bibe qasidê berjewendîyên Kurdan. Ew dixwaze agahîyan ji Neteweyên Yekbûyî û li ser wê bigire, dîyalogê di navbera NY û Kurdan de pêk bîne û bibe alîkar da ku Kurd  li tevahîya dezgeh, sazîyên taybet, şax û çalakîyên Neteweyên Yekbûyî beşdar bibin û helwêstên xwe, dengê xwe bigihînin wan.

UNA-Kurd dixwaze li seranserê dinyayê berî her tiştî xizmeta civaka sivîl ya Kurdan bike, hem li welêt û hem jî li dîyasporayê xizmetê ji civaka Kurd re bike.

UNA Kurd, dixwaze têkilîyên Yekîtîya Ewrûpa û herweha NATO û Kurdan xurttir bike û bi rêya siyaset û platformên demokratîk Kurdan bîne rojeva dem û dezgehên Ewrûpî. Ne tenê ev, lê dixwaze giranîya xwe bide ser perwerde û zanînê, dixwaze bi rêya mecal û derfetên Ewrûpayê xwedî li şûnwarên Kurdistanê (wek sûrên Amedê, Keleha Hewlêrê, kevneşopîyên bajarê Mêrdînê û derûdora wê, şûnwarên li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê û wekî din) derkeve, hewl bide ku wan têxe bin sî û paraztina UNESKO da ku ew şûnwarên Kurdistanê neyên xirakirin û wenda nebin. Çawa ku zimanê Kurdî di sala 1972 an de ketiye bin parêzerîya UNESKO, UNA Kurd dixwaze û wê hewl bide ku şûnwarên Kurdistanê jî bikevin bin parêzerîya UNESKO da ku parçeyek ji dîroka Kurdan têk neçe û wenda nebe.

Em wek Partî Demokratî Lotikxane vê lotika UNA Kurd pîroz dikin û ji wan re serketinê dixwazin.

http://www.una-kurd.org/

Neues Bild3

 

About The Author