Ev lotik tê xwarin cîgerim!

Endamê Konseya Rêvebir a KCK Dûran Kalkan, hevpeyvînek qerase da rojnameya Ozgur Gundem û çend lotikên germik û nermik avêtin dewletê.

Duran Kalkan KopieXalê we Dûran Kalkan ku bi eslê xwe ji Hatayê ye û ne Kurd e, ji alî gellek alî û kesayetên Kurd ve wek „zilamekî hûr û kûr“ tê binavkirin (li ser bextê xelkê be baba, ji me derew) di derbarê pêkanîna artêşa Kurd de çend gotinên wek şekir kirin. Çiqas rast çiqas derew em nizanin, lê hema gotina xweş xweş e. Bi ellahwekîl gotina xwe derew be jî xweş e wesselam..

Axir, xalê Kurdên sererd û binerd sayin Dûran Kalkan, ji rojnama Ozgur Polîtîka re gotiye:

„Heke pêvajo bipêşkeve, wê asayîşa Kurdan jî çêbibe, poplîsên wan jî û artêşa wan jî. Ma Kurd ne ji Eyşika  Ereb in, helbet ji bo paraztina xwe wê Kurd jî hêzên xwe yên paraztinê çêkin qardaşim, pêkanîna artêşê jî mafê Kurda ye û pêkanîna hêza polîsan jî mafê Kurda ye. Ev maf tenê ne ji bo Tirkan e baba“ û daye ser pişta Tirkçî û tirşikçîyên Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî.

Ez serê we neêşînim, xalê we Dûran Kalkan vê carê germ kir û nerm kir, xweş kir û geş kir. Ji dil dibêje yan henekan dike ew mesela wî ye.

Ê de rebbê alemê 71 horîyên bihuştê bike qismetê wî rebbî…..

About The Author