BESE ÇIYA

Bese çiya û şikeft, xwe berde bajaran tu

Bes komkê bi jimara heft, gel bixe sed keleh tu

peshmerga

Xwe berd meydan bi singo, nerev çiya wek kovî

Hewqas nebê halo lo, dijîtîya bi revî

 

Gund û bajar te berda, pirê salan bi vî kerî

Te çi xiste destan de, her wext tazî wek marî

 

Pasdar  esker û derak

Hikim di destê wan de

Mayîn û têlan tu rak

Derx dest ji paşla yar de

 

Çi tirsonek qelsemêr

Çiya wana dixê şêr

Xwe ji çiyê berde jêr

Bese weke par u pêr

 

Mewzîyan bixe bajaran

Tenq û leşker biseknê

Zelzel tu bixe waran

Ji bo Çenkzêr bide pê

 

21.03.1989.

About The Author